• Dewleta Tirk a ku daristanên Başûrê Kurdistanê talan dike, niha jî dest avêtiye komir û dewlemendiyên din ên binerd ên Başûr. Bi 40 wesaîtên barhilgir ên plakeya wan veşartî komir û berhemên ji kanan tên derxistin didize û dibe Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê, îsal dest bi birrîn û diziya daristanên Başûrê Kurdistanê kiribû. Niha jî dagirkeran çav berdaye komira Zaxoyê.

Dewleta Tirk a dagirker ku ev demeke dirêj e, darên Başûrê Kurdistanê dibirre û talan dike, vê carê jî dest bi diziya dewlemendiyên binerd yên herêma Zaxoyê kiriye. Hate zanîn, li gundên Bêrsivê ji kanan berheman derdixe û dibe Tirkiye û birrîna darên herêmê jî dewam dike.

Dest avêtin komira Zaxoyê jî 

Ev zêdeyî 2 salan e ku şirketên dewleta Tirk, bi hevkariya artêşa Tirk û cerdevanan, daristanên herêma Behdînanê dibirrin û talan dikin. Li gorî agahiyên Rojnewsê ji çavkaniyên cihî, niha jî dewleta Tirk li herêmê dest bi diziya dewlemendiyên binerd ên Başûrê Kurdistanê kiriye.

Çavkaniyan ragihandiye ku li herêma Zaxoyê ya ser bi Dihokê qederê 40 wesaîtên barhilgir yên bê plaka yan jî plakayên wan hatine veşartin, amûrên pêşketî yên derxistina madenan ji kanan û birrîna daran radikin, li gundan digerin û dewlemendiyên binerd yên li herêmê derdixin. Ev jî bi pirranî komir e. Di dema talankirina komira Zaxoyê de jî zirareke mezin dide xweza ye deverê. 

Navê şirketê baş veşartine

Çavkaniyên herêmî ku navê kampanyaya Tirkî ya van karan dike, bidest neket ragihand, li gundê Minînê yê nêzî gundê Bêrsivê bi pere zevî ji cotyaran dikirin ji bo ku bi amûrên modern madenan derxin. Hate gotin, piştî berheman ji van kanan derdixin, wan berheman dibin cihekî bi navê Avagenê û li wir jî piştî ku bi amûrên cûdatir ji hev derdixin, bi wesayîtên taybet yên bê plaka wan berheman didizin dibin Tirkiye.

Axir navê şirketê nehatibe safîkirin jî, ew bi erzanî erdan jicotyar û gundiyên deverê dikire ku ji ber şerê dagirkeriyê gelek caran hazir in van erdan bi erzanî bifiroşin jî. Mirov bivênevê dipirse, gelo şer ji bo valakirina van gund deveran û talankirina dewlemendiya Kurdistanê tê kirin? Heger wisa ye, bivênevê pirseke din jî tê: Kê hevkariyeke çawa bi dagirkeran re kir ku bi maşînên plake veşartî vê talanê bikin?

Hikûmeta Hewlêrê agahdar e yan na? Gelo kîjan rayedarên PDK yan jî hikûmeta Hewlêrê di nava vî karî de ne? û helbet, gelo tevde talan dikin?  

Xelkê herêmê dibêje, tevî nerazîbûna raya giştî ya Kurd û jîngehparêzan jî hîna li devera Kanya Xema, (Bankê û Keşanê) û li Şabanê dar tên birrîn û van daran dibin Tirkiyeyê.

ROJNEWS/DIHOK