Gelo Suhrewerdî Kurd bû ?

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 9 Tîrmeh 2021 - 07:12

Hoşeng Mihemed nivîskar û lêkolerekî ji Başûrê Kurdistanê ye. Ew temamê wexta xwe dide wergerandin û analîzkirina metnên sehabedîn Yehya Suhrewerdî (1155-1191). Ew dixwaze naxasim jî îsbat bike ku ew Kurd e. Ew damezrînêrê dibistana tesewufê ya bi navê Îşraqîtiyê ye. Jixwe jê re Şêx el-Işraq jî hatiye gotin yan jî yê Meqtûl jî ji navên wî ye. 

Bi ya Hoşeng Mihemed  Suhrewerdî ev dibistanan hanê ya tesewufê ji bo zindîkirina "zanatiyên kevnar ên Kurdan" damezirandiye. Bi vê jî ew qebûla ku wî weke bi esil Fars nîşn dide jî red dike. 

Hoşeng Mihemed heta niha 3 edîsyonên modern ên kitêbên Suhrewerdî wergerandine Kurdî: Fîlozofiya Suhrewerdî (2020); Ji nameyên Suhrewerdî (2020); Melekê Sor (2020).Wî bi kitêbeke bi navê "Xwendina fîlozofiya rohniyê ya Suhrewerdî" analîzên van her sê berheman jî kirine (2020). Ew niha hin kitêbên din jî ji weşanê re amade dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.