Gelo peymana 10'ê Adarê rawestandiye ?
Şemî 29 Mijdar 2025 - 03:30

Li gorî bûyeran, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê piraniya xalên peymana 10'ê Adarê paşguh kirine û pêk neanîne û tenê girîngî daye mijara entegrasyona QSD'ê. Di encamê de êriş nehatin rawestandin û alozî û koçberî zêde bûn. Li hemberî wê Rêveberiya Xweser hewldanên xwe yên pêşxistina vê peymanê û encamdana peymaneke giştî, didomîne.
Li gorî bûyer û agahiyên li ser erdê, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu gavên cidî ji bo pêkanîna peymana 10'ê Adarê ya di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de, neavêtine.
Tevî ku mijara peymanê di civînên dawîn yên li Koşka Spî de li ser maseyê bûn, lê dîsa jî nehatiye pêkanîn.
Di civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Amerîka, Tirkiye û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jî heman mijar hat nîqaşkirin û tê de Amerîkayê girîngî bi pabendiya her heşt xalên peymanê da.
Xalên peymanê wiha ne:
1- Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayekî erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.
2- Civaka Kurd, civakeke xwecih a dewleta Sûriyeyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.
3- Li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bên kirin.
5- Sûriyeyiyên ku ji cih û warên xwe hatine derxistin, dê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.
6- Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekitiya wê were destekkirin.
7- Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê, red dikin.
8- Komîteyên rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.
Çavkaniyên da zanîn ku hikumeta veguhêz tenê girîngî daye xala 4'an a entegrasyona QSD'ê û 7 xalên din ên siyasî û civakî paşguh kirine.
Li hemberî wê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya nûner û komîteyan hewldanên pêşxistina pêkanîna peymanê didomîne û diyar dike ku ev peyman bingeha çareseriya siyasî ya Sûriyeyê û misogeriya yekparebûn û aramiya Sûriyeyê ye.
Li ser erdê, berovajî xala 2'yan a peymanê hêzên hikumeta veguhêz li dijî deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êriş ranewestandin.
Di 10 rojên dawîn de hêzên hikumeta veguhêz û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li dijî Reqa, Dêrazor û Tebqayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 16 êriş pêk anîn. Li hemberî vê tevgerê QSD'ê bersiv da û amadebûna xwe ji bo parastina aramiyê dubare kir.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN














