- Tê gotin, artêşa Tirk wê bi hevkariya PDK'ê di 15'ê Nîsanê de dest bi êrişa li dijî gerîlayên Kurdistanê bike. Çavkaniyeke cihî ji ANF'ê re gotiye, piştî provokasyonên PDK’ê, artêşa Tirk wê li herêma Kanîmasî dest bi êrişa dagirkeriyê bike.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê doh bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gorî hin agahiyên gihîştine ber destê wan, PDK amadekariyê dike ku hin çalakiyên provokatîf bike.
Çavkaniyeke cihî jî agahî daye ANF'ê û piştrast kiriye ku rêveberiya PDK'ê û dewleta Tirk pîlaneke hevpar amade kirine. Li gorî agahiyên vî çavkaniyî yê ku di nava hêzên PDK'ê de ye, di 15'ê Nîsana 2022’yan de li herêma Kanîmasî ya wîlayeta Duhokê, artêşa Tirk wê li dijî nuqteyên gerîlayên HPG'ê dest bi êrişa dagirkeriyê bike.
PDK wê 3 fermandarên xwe bikuje
Li gorî çavkanî, amadekarî hatiye kirin ku leşkerên Tirk karibin ji bo sê rojan bikevin vê deverê û bi dewamî got, "Di encama teqînekê de wê 3 efserên berpirsyar bêne kuştin. Ji van 3 kesan yek jê efserê parastinê ye ku li maseya PKK'ê dixebite, efserê duyemîn jî ji hêzên Zêrevan berpirsyar e."
Çavkanî diyar kir ku ji bo vê provokasyonê, tîmeke ji 15 kesan ku ji hêzên Zêrevan (Yekîneyên taybet ên PDK'ê) û Pêşmergeyên Roj pêk tê, li baregeha Binesalawê hatiye bicihkirin û got, "Tîmek bi rêya GPS'ê li heman cihî, tîmeke din jî bi berpirsyariya yekî ji îstîxbarata artêşa Tirk hatiye avakirin. Tîma duyemîn bi kincên sivîl ên şirketa bi navê Lewen Asayîş tevdigere."
Lorkan Mutah wê provokasyonê bike
Heman çavkaniyê gotiye, yekîneya hêzên Zêravan a ku ji bo êrişê hatiye amadekirin, di bin fermandariya Lorkan Mûtah ê ji Mûsilê de ye. Çavkaniyê îdîa kir, ji bo zemîn ji êrişê re bê amadekirin, ev pîlan hatiye danîn:
Gava 1´ê: Kuştina hin pêşmergeyên PDK'ê
Gava 2´yê: Teqandina lûleya petrolê ya ji Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê
Gava 3´yê: Li wê herêmê teqandina wesayitekê ku sivîl tê de ne.
Bi vê yekê tê xwestin ku êrişa dagirkeriyê di nava gel û raya giştî de bê rewakirin, mafdar bê nîşandan.
Li gorî heman çavkaniyê, dewleta Tirk ji bo êrişê ev amadekarî kirine:
* Meydana şer û derdora wê ji hewayê ve wê bê kontrolkirin.
* Hin cûreyên teqemenî û cebilxaneyê wê bidin hêzên PDK'ê.
* Piştgiriya ji bo hêzên bejahî (tank û wesayitên din ên zirxî).
* Ji bo agahî ji hêzên bejahî û hewayî re bê dayin, bi beşdariya PDK û yekîtiya artêşa Tirk li cihekî nêzî meydana şer odeya operasyonê wê bê avakirin.
Armanc Metîna ye
Heman çavkaniyê da zanîn ku yekîneyeke ji hêzên Zêrevan û du yekîneyên ji Hêzên Tevgera Taybet a Gulan a kurê Mesûd Barzanî Mensûr Barzanî li sînorê Fişxabûrê hatine amadekirin û ev agahî parve kirin: "Fermandarê hêzên Zêrevan Azîz Weysî bi fermandariya Lîwa komando ya Zêrevan, beşa îstîxbaratê ya Zêrevan, efserê operasyonê yê Zêrevan re civînek li dar xist. Ji bo diyarkirina nuqteyên ku operasyon lê bê kirin, ferman hate dayîn ku 'li ser GPS'ê nexşeyê amade bikin'."
Çavkaniyê da zanîn ku di qonaxa duyemîn a plana PDK-dewleta Tirk de tê xwestin ku ji bo birrîna têkiliya navbera hêzên gerîla yên li herêmê, rêya bingehîn a Kanîmasî bê qutkirin. Çavkaniyê herî dawî got, "Piştî ku rêya Kanîmasî kontrol kir, wê ji bo bidestxistina çiyayên Metînayê bikevin nava liv û tevgerê."
KCK bang li PDK´ê kir
KCK’ê jî diyar kir ku agahî ji wan re hatiye ku bi beşdariya PDK’ê dewleta Tirk wê êrişa dagirkeriyê bide destpêkirin û got, “Divê PDK tevlî vê dagirkeriya qirêj nebe. Ji ber ku ev dagirkerî wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.”
KCK´ê got, PDK´ê bi hevkariya xwe kiriye ku dewleta Tirk a dagirker heta niha têk neçe.
NAVENDA NÛÇEYAN