- Li gorî siyasetzan Dr. Seevan Saeed Mesrûr Barzanî ji bo ku îsbat bike ew nokerekî çêtir e, karên xirab dike êrişên li dijî gerîlayên Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de dinirxîne û dibêje: Esas ew jî pirr baş dizanin, gava PKK nemîne, Hewlêr wê di rewşa herî baş de bibe xwedî statuyeke weke ya Amedê. Lê nikarin ji vê vegerin, mehkûm in nokeriya xwe îsbat bikin.
LUQMAN GULDIVÊ
FRANKFURT
Hêzên PDK'ê, şandeya Rêveberiya Xweser û ya PYD'ê ku ji bo mêvanên xwe pêşwazî bike, çûbû balefirgeha Hewlêrê, girt. Hêzên dewleta Tirk 5 şervanên hêzên taybet ên PDK'ê kuştin, serokê PDK'ê Mesûd Barzanî gefa tolhildanê li PKK'ê xwar. Di heman demê de jî nûçe belav dibin ku dewleta Tirk çeteyên xwe yên dagirker di ser balefirgeha Hewlêrê re vediguhêze Behdînan û Soranê. Ev bûyer hemû li ser hev diqewimin, weke ku PDK'ê aqil avêtibê. Me ji Dr. Seevan Saeed pirsî ka gelo PDK'ê aqil avêtiye? Bi ya wî, Mesûd Barzanî û kurê wî Mesrûr Barzanî baş pê dizanin ku gava PKK biqede wê statuya Hewlêrê di rewşa herî baş de bibe weke ya Amedê. Lê bi ya wî, piştî koletiya 50 salan, ev fraksiyona PDK'ê nikare êdî xwe ji dewleta Tirk qut bike.
Hêzen PDK'ê doh berê sibehê saet li derdora 03:00'an nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen, Nûnerê Hewlêrê yê PYD'ê Mistefa Osman Xelîl û endamê PYD'ê Mistefa Zengîn ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe çûbûn Balafirxaneya Hewlêrê, girtin. Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê girtina nûnerê rêveberiyê û PYD'ê şermezar kir û bang li PDK'ê kir da ku tavilê kesên girtî werin berdan.
Kurdistanê bi qurbana şerê desthilatê dikin
Li gorî akademisyenê li Shaanxi Normal University ya li Çînê, siyasetzan Dr. Saeed Seevan, sedema helwêsta PDK'ê serê pêşî şerê desthilatdariya di nav PDK'ê de ye. Bi ya wî, Mesrûr Barzanî dixwaze di warê nokeriya dewleta Tirk de şûna Nêçîrvan Barzanî bigire. Mesele jî ew têkiliyên bi dewleta Tirk re ne yên li ser du esasan in. Yek jê meseleya petrolê û peymana 50 salan e ku bi dewleta Tirk re hatiye mohrkirin, û ya din jî şerê li dijî Kurdan yan jî gerîlayên Kurdistanê ye.
Bi ya Seevan Saeed Mesrûr Barzanî tevî bavê xwe Mesûd Barzanî û birayê xwe ku niha serokê Parastinê ye Weysî Barzanî, dixwazin îsbat bikin ku ew di warê hevkarî û nokeriya dewleta Tirk de ji Nêçîrvan Barzanî çêtir in. Ji bo vê jî bi lez ketine nav êrişên bê ser û ber û karên bê exlaqî.
Sedema lezê jî besît: PDK'ê kongreya xwe ji deh salan ve çênekiriye û heger niha çêneke, li gorî qanûnên Iraqê nikare bikeve hilbijartinan jî. Armanca vê fraksiyona PDK'ê ew e ku konferansa xwe li dar bixe û Nêçîrvan Barzanî bi temam di warê siyasî de bê tesîr bike.
Ji bo xwe îsbatkirina nokeriyê êriş dikin
Lê ma gelo vê fraksiyona PDK'ê aqil avêtiye? Li gorî Dr. Seevan Saeed na. Ew neçar e: "Piştî ku 50 salan koletî ji dewleta Tirk re kirin, nikarin sibehekê rabin û bibêjin, em niha nakin. Esas ew jî pirr baş dizanin, gava PKK nemîne, Hewlêr wê di rewşa herî baş de bibe xwedî statuyeke weke ya Amedê. Lê nikarin ji vê vegerin, mehkûm in nokeriya xwe îsbat bikin. Van karên xirab hemûyan ji bo vê dikin. Ji bo ku bibêjin, binihêre, em ji Nêçîrvan Barzanî çêtir bi kêra nokeriya te tên."
Dr. Seevan Saeed dibêje, esas tiştekî Nêçîrvan nemaye, lê hîna xwedî prestîjeke dîplomatîk e û Mesrûr dixwaze vê jî nehêle.
Mesûd Barzanî derew kir
Dr. Seevan Saeed li ser daxuyaniya Mesûd Barzanî ya piştî ku dewleta Tirk 5 şervanên PDK'ê kuştin jî got, "Bêedebî kir. Mesûd Barzanî derew kir. Niha eşkere ye. Îsbat bûye ku dewleta Tirk bi êrişa hewayî ew 5 şervanên PDK'ê kuştin. Ji vê jî kirêttir bûne. Bi destê xwe pêşmergeyek bi sekvaniyê kuştin û ev jî îsbat bû. Lê Mesûd Barzanî rabû gef li PKK'ê xwarin, bêedebî kir. Hîna beriya çend rojekî DAIŞ'ê 4 pêşmerge şehîd kirin. Barzanî hîç dengê xwe nekir û ew pêşmerge be kes hatin veşartin."
Nerazîbûna milet çima nîne?
Li ser pirsa min a nerazîbûna milet, Dr. Seevan Saeed got, "Milet weke di navbera çakûç û sindan de be, kes ji tirsa Parastinê, Mesrûr Barzanî û birayê wî Weysî Barzanî newêre dengê xwe bike."
Li gorî Dr. Seevan Saeed, terora li ser miletê Kurdistanê tê meşandin bi destê Parastinê, bi fermana MÎT'ê diqewime. Bi ya wî para di budceya Tirkiyeyê de ji bo şerê PDK'ê yê li dijî gerîlayên Kurdistanê jî delîla wê yekê ye ku PDK bi fermana dewleta Tirk û MÎT'a vê zilmê li miletê Kurd dike. Bi heman rengî hewldana şerê li dijî gerîlayên Kurdistanê jî ew di vê çarçoveyê de dinirxîne.
Hewlêr bûye rêgeha çeteyan
Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe di ser Ammanê re derbasî balafirgeha Hewlêrê dike û ji wir jî dibe herêmên Behdînan û Soranê.
Li gorî agahiyên ku hin çavkaniyên siyasî dane Rojnewsê, dewleta Tirk a dagirker, çeteyên xwe ji Idlib, Azerbaycan û Lîbyayê vediguhese Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Çavkaniyan diyar kir ku Tirkiye komên çeteyan bi balafiran di ser Ammanê re derbasî balafirgeha Hewlêrê dike. Komên çete ji vir jî vediguhêzin devera Haciomeran a herêma Soran û deverên Behdînan ên li nêzî Duhokê.
Çavkaniyan got, komên çete li Balafirgeha Hewlêrê di bin kontrola MÎT'ê û rayedarên PDK’ê de tên dabeşkirin û ji bo herêman tên şandin. Ji bo ku neyên nasîn jî, unîformeyên leşkerî yên hêzên PDK’ê li wan tên kirin. Hat gotin ku di nava çeteyan de hinek Kurdên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin jî hene.