Gelo girêka asê ya Bexdayê vedibe?
Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 21:27
- Tê payîn îro serokatiya Parlamena Iraqê û serokên fraksiyonên di nava parlamenê de bicivin.
Tê payîn îro serokatiya Parlamena Iraqê û serokên fraksiyonên di nava parlamenê de bicivin. Armanca civînê diyarkirina dema hilbijartina serokkomariya Iraqê ye. Di ser hilbijartinan re 9 meh derbas bûn, lê ne serokkomar hatiye hilbijartin ne jî hikûmet hatiye avakirin.
Civîna di demeke wisan de ye ku YNK jî, PDK jî di namzetên xwe yên ji bo serokkomartiyê de bi israr in û heta niha jî li hev nekirine.
Di 10’ê Cotmeha 2021’ê de li Iraqê hilbijartinên pêşwext çêbûn û Tevgera Sedr bi 73 kursiyan bû fraksiyona herî mezin.
Serokê Tevgera Sedr, Muqteda El-Sedr, serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û serokê parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer ku ji nûnerên Suniyan in, hevpeymanek sêalî avakirin.
Hevpeyamana sêalî, serokê Parlamena Iraqê hilbijart, lê paşê xitimî, nekarî serokkomar diyar bike û piştre jî hikûmetê ava bike. Ji ber vê Sedr ji parlamenê vekişiya.
Piştî îstifaya parlamenterên Tevgera Sedr hate qebûlkirin, cihê parlamenterên Sedr ji aliyê Çarçoveya Hemahengî ve hate tijekirin. Bi vê re Çarçoveya Hemahengî jî dest bi hewldanên ji bo avakirina hikûmetek nû ya Iraqê kir.
2 namzet hene
Berdevkê Fraksiyona Sadqun doh ragihand ku 2 namzetên Çarçoveya hemahengî hene, ew ê namzetekî eşkere bikin û got; “Ji bo serokkomartiya Iraqê, em piştgiriyê didin namzetê YNK’ê.”
Berdevkê Fraksiyona Sadqun a li Parlamena Iraqê Mehmûd Rubey ku bi ser Qeyz Xez Elî ye, ragihand ku serokê Parlamena Iraqê bi armanca civîna taybet ya ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê bi wan re peywendî daniye.
Derbarê namzetê ji bo serokwezîrtiya Iraqê de jî Mehmud got; “2 namzetên Çarçoveya Hemahengî hene, ew jî wê eşkere bibin û namzetek ji bo serokwezîrtiya Iraqê wê were destnîşankirin.”
BEXDA