Gelo ev çi ye?

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Sibat 2022 - 22:09

  • Em bi kulîlkan, krîstalên gelek tiştan, û nexasim jî yên qeşa û berfê dizanin ku yek ji hunermendên herî jêhatî yê heyî, xweza bi xwe ye. 

Em bi kulîlkan, krîstalên gelek tiştan, û nexasim jî yên qeşa û berfê dizanin ku yek ji hunermendên herî jêhatî yê heyî, xweza bi xwe ye. Ev resmê hanê ji vîdeoyekê hatiye girtin, û diyar e heman hunermend li ser kar e. Lê gelo kesekî tê derxist gelo ev çi ye, yan jî çi ne?

Ew gilover, dilopek av e. Di navê de jî weke ku bi rêkûpêk hatibin danîn bi hezaran xîşkên xweşkok ên li hev badayî hene. Di vîdeoyê de ev xîşkên xweşkok soberiyê dikin. Diçin navenda dilopê û dîsa jê dûr dikevin. Na na, ew ne tîrêjên elektrîkê ne jî. Ew zindî ne. 

Ew cûreyekî kurman ên hûrik in. Yan jî cûreyekî dişibe kurman. Ji wan re “nematod” tê gotin, û qederê 25 hezar jêrecûreyên wan hene.

Pirraniya wan jî parazît in, xwe ji zindiyên din têr dikin. Hinekên din xwe bi mikrobên piçûk têr dikin, yek ji wan jî “T. acetî” ye. Ji “T. Acetî” re bêhtir kurmikê sîrkeyê tê gotin. Ew dikare hema hema li her cihê mirov dikare lê bifikire ku mikrob lê hebin, hene û xwe bi van mikroban xwedî dikin. 

Di vê dilopa avê de jî bi hezaran kurmikên sîrkeyê hene. Komek zanyaran dixwest lê bikole ka çawa ew jî weke gelek teyr û çivîkan, dikarin bi refên xwe sînkronîzekirî bifirin. Wan di nava dilopek avê de dîmenê bi hezaran kurmikên sîrkeyê di bin mîkroskopê de girt û ev wêne jî kêliyek ji wî dîmenî ye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.