Gelo Bolton wê bipeyive?

Sêşem 25 Tebax 2020 - 15:37

  • Wyden senatorê Demokratan dixwaze Bolton îdîayên xwe yên der barê doza Halkbankê de zelal bike.

Di dema doza ezilkirina Serokê DYE´yê Donald Trump de Şêwirmendê Berê yê Ewlekariya Neteweyî yê Trumpî, John Bolton xwe neda ber dana îfadeyê. Lê belê niha senator Ron Wyden ji bo lêpirsînên li Kongreyê bang li Bolton kir da ku duşema bê li cem wî be.
Wyden senatorê Demokratan ên di Komîteya Maliyê ya Senatoyê de ye. Ew ji Bolton dixwaze ku îdîayên xwe yên di kitêba xwe de yên li ser destwerdana Trump a di doza Halkbankê de li vir zelal bike. Bolton nivîsîbû ku di doza sextekariya pereyan ya herî mezin a di dîroka Emerîkî de Trump hewl dabû ku ji bo qenciyekê bi Tayyip Erdogan bike, dest werde dozê. Wî xwestibû doz bê betalkirin. WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.