Li Geliyê Hêtmanê ku rengên biharê hemû xwe lê digirin, gava şînahiya Çemê Dîcleyê û keskayiya xwezayiyê lê dibin yek, dibe cihê dîmenên bêhempa.
Li Geliyê Hêtmanê yê gundê Hêtman ê navçeya Basan a Şirnexê, bi bedewiya xwe mirov heyranî xwe dike. Gelî, 8 kîlometreyan dûrî navçeyê ye. Gava mirov ji gund bi qasî 7 kîlometreyan dimeşe, leqayî şînayiya Çemê Dîcleyê tê. Li vî geliyê kûr gelek darên fêkiyan û kulîlkên rengrengo hene. Li vir catireke xweş bêhnxweş heye.
MA/ŞIRNEX