Gelê Kurd wê bi ser keve

Sêşem 5 Nîsan 2022 - 22:36

  • Parlamenterên Parlamena Ewrûpayê (PE) ji bo rojbûna Ocalan peyamên bi doza azadkirina wî û piştgiriya ji bo doza azadiyê ya Kurdan di 4´ê Nîsanê de weşandin.

Parlamenterên Parlamena Ewrûpayê (PE) ji bo rojbûna Ocalan peyamên bi doza azadkirina wî û piştgiriya ji bo doza azadiyê ya Kurdan di 4´ê Nîsanê de weşandin. Hin partiyên siyasî jî destek da doza Azadî ji Ocalan re. 

Parlamentera PE´yê ya ji herêma Spanyayê Galîsyayê, Ana Mîranda di peyama xwe de got, “Bi rasthatina 73´yemîn rojbûna di 4´ê Nîsanê de ya lîderê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji Sibata 1999´an ve dîl e, em doza bidawîkirina tavilê ya tecrîdkirina wî dikin û bang dikin da ku bê azadkirin. Freedon for Ocalan.”

Koma parlamenterên Ewrûpî ya bi navê European Free Alliance jî heman naverok û heman daxwaz ducarî kirin û pişta wan girt.

Parlamenterê Îtalî yê PE´yê yê ji tevgera  Potere al Popolo, Giuliano Granato jî got, “Îro Ocalan dibe 73 salî. Ev bûn 23 sal ku lîderê Kurd Ocalan di hepsê de ye. Ne bes e ku em silametiyê jê re bixwazin. Lazim e ku em bixwazin tecrîda pirr xirab bi dawî bibe û ji wê û wê de ew bê serbestkirin. 

Partiya BastA ya kantona Baselê ya Swîsreyê jî got, “Îro îdolê Kurd Ocalan dibe 73 salî. Ji 15´ê Sibata 1999´an ve ew di hepsê de ye li girava Îmraliyê. Heta 2018´an 750 caran miracaetên dîtina wî hatin redkirin. #FreeÖcalan”

Partiya alîgirê serxwebûnê ya Katalan CUP jî got, “Ocalan îro dibe 73 salî. Ew ji 15´ê Sibata 1999´an ve di hepsê de ye. Em jî xwe tevlî dengê qîrîna gelê Kurd a Azadî ji Ocaln re dikin. Gelê Kurd û mafê mirovan wê bi ser kevin.”

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.