Gel ji bo Ocalan bûn yek

Pêncşem 16 Adar 2023 - 01:46

Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duşemê anku 13'ê Adarê ragihand ku 2 milyon û 626 hezar û 828 kes beşdarî komkirina îmzeyan bûn ku di 22'yê Çilyê dest pê kiriye.

Berdevka Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pêrwîn Yûsif hewldanên gelê herêmê û saziyan silav kir ku beşdarî hemleyê bûne, siyasetên di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelan pêk tên, red kirin û banga bidawîkirina tecrîdê kir.

Pêrwîn Yûsif diyar kir ku di hemleya ku mehekî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kiriye de, hemû pêkhateyên herêmê, gelê Rojava yên li Hewlêr û Silêmaniyê bi rêya nivîsgehên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD, Heleb, Şam û Beyrûtê) beşdar bûn.

Divê CPT erka xwe bi cih bîne

Pêrwîn da zanîn ku armanca beşdaran ji vê hemleyê ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û dengên xwe bikin yek da ku bighînin CPT'ê ji bo ku erka xwe li hember Rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne.

Têkildarî sedemên dirêjkirina dema hemleyê ji 18 Sibatê heta 13'ê Adarê, Pêrwîn destnîşan kir ku dema hemleya komkirina îmzeyan hate dirêjkirin ji ber ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo alîkariya qurbaniyê erdhejê bike, hemleyek dest pê kir. Perwîn da zanîn ku tevî zextê, dîsa jî hemle encamdar bû: “Divê asta têkoşîna xwe li tevahî qadan bilind bike da ku bêdengiya navneteweyî bişikînin û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”

Pêrwîn anî ziman ku ew ê belgeya îmzeyan radestî Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bikin.

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzir diyar kir ku ew hewl didin ku vê belgeyê bi rêya nivîsgeha serdemê ya hiqûqî bişînin, da ku yekser radestî aliyên peywendîdar bikin: “Pirr girîng e ku CPT'ê erka xwe li hember daxwaz û vîna vî gelî bi cih bîne û serdana Îmraliyê bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.