Gel girtîgehên nû naxwazin
Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 02:05
Hevberdevka Herêma Duyemîn a DEM Partiyê Gîzem Kuzuk têkildarê daxuyaniya desthilatdariyê ya der barê çêkirina 21 girtîgehê de wiha got:"Gel girtîgehên nû naxwazin. Li şûna çêkirina girtîgehan bila butçeyê ji tenduristî û perwerdehiyê re veqetînin."
Di rojên borî de bi îmzeya serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan butçeya sala 2025’an pêşkêşî meclîsê hat kirin û li gorî sala borî butçeya Wezareta Dadê ya du qat û nîv zêde bû û derket 280 mîlyar û 275 mîlyon û 802 hat dîtin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di hevdîtinan de got li Tirkiyeyê 406 girtîgeh hene û çêkirina 11 heban didome û li ser projeya 21 girtîgehê jî dixebitin.
Hevberdevka Herêma Duyemîn a Stenbolê ya DEM Partiyê Gîzem Kuzuk der barê mijarê de axivî.
Polîtîkaya wan nemaye
Gîzem Kuzuk derbarê gotinên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ku gotibû çekirina 11 girtîgehê didome û li ser projeya 21 girtîghê tê xebitandin û wiha vegot: “Desthilatdarî ji bilî sozên şer û girtîgehê tu heviyê nade gel. Polîtîkaya wan nemaye. AKP daxwazên gel nabîne. Îro li girtîgehan di ser kapasîteyê de girtî hene. Desthilatdarî çêkirina girtîgehan wek mizginî radigihîne. Desthilatdarî muxalefeta civakî bêdeng dike û bi hişê darazê dixwaze dîzayn bike. Peyama ‘Hûn li dijî nelêrêtiyan deng derxin em ê we hemû bişînin girtîgehê dide’. Ev destilatdarî dibêje qey wê xeta berxwedana mirovan biqedîne lê wê nikaribin biqedîne.”
Gel girtîgehên nû naxwazin
Gîzem Kuzuk bertek nîşanê çêkirina girtîgehan da û got: “Gel girtîgehên nû naxwazin. Li şûna çêkirina girtîgehan bila butçeyê ji tenduristî û perwerdehiyê re veqetînin.”
JINNEWS/STENBOL