Gefa ‘Çeteya Fihûşê’ li rojnamevan
În 27 Hezîran 2025 - 02:45
“Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê di sala 2013’an de derket holê û 25 kes di dosyayê de tên darizandin. Endamên malbata Tatar jî di dosyayê de tên darizandin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, di 24’ê Sibatê de bi nûçeya xwe ya dosyayê ev çete derxist holê. Malbata Kenan Tatar ku di dosyayê de weke “Serçete” derbas dibe, gef li nûçegihan Zeynep Durgut xwar. Endamên malbata Kenan Tatar, li ser telefonê li Zeynep Durgut geriyan û ev gef xwarin:“Em dizanin ka hûn kî ne. Em dizanin ka hûn ji ku hatine. Min der heqê te de lêkolînkiriye. Hûn ji bo ku vê vê derê tevlihev bikin hatine. Em ê dev ji te bernedin. Ev ê ji bo te nemîne.” Zeynep Durgut, wê têkildarî gefên hatine xwarin serlêdana sûc bike.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û wiha got:’’Hempîşeya me Zeynep Durgut, bi nûçeyên xwe bûyera ‘fihûşê’ ya li Şirnexê derxist holê û ku di nava gel de jî rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû. Bi nûçeyên Zeynepê re ev zîhniyeta qirêjî derket holê. Zeynep Durgut ku bi nûçeyên xwe hem pirsgirêka fihûşê ya li bajar hem jî texrîbata ekolojik a li bajar derxist holê û rê li ber hestiyariyeke civakî vekir, mohra xwe li rojnamegeriyeke serkeftî da. Li şûna ku keda hempîşeya me were pîrozkirin, gef lê hatine xwarin û em vê qebûl nakin. Em careke din kes û zîhniyeta ku gef li hempîşeya me xwariye hişyar dikin; em li cem Zeynepê ne, em ê dev ji kesên gef xwarin bernedin û hesabê bipirsin.”
MA/ŞIRNEX