Kurekî Halîme Başal a 80 salî di sala 1992'yan de tevli PKK'ê bûye û kurekî wê yê din jî keya ye. Gef li Başal xwarine, ger ku neçe ber avahiya HDP'ê ya Amedê dê keyatiya kurê wê bê betalkirin. Ji ber vê bi darê zorê Başal birine ber avahiya HDP'ê.
Malbatên ku îdia dikin HDP'ê zarokên wan birine çiyê, bi destê Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyê li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hatibûn rûniştandin. Ji van malbatan hîn jî çend jê li ber avahiya partiyê ne. Hejmara van malbatan 10-15 ne.
Yek ji van malbatan jî li navçeya Misircê ya Sêrtê malbata Başal e. Halîme Başal a 80 salî ku li gundê Besewanê dimîne, kurê wê Zahîr Başal di sala 1992'yan de tevli PKK'ê bûye.
Li gor agahiyên bi dest ketin, hin peywirdarên dewletê di serê meha Adarê de çûne cem malbatê. Ev kes, gef li Halîme Başal û kurê wê keyayê gund xwarine û ji wan xwestine ku biçin ber avahiya HDP'ê ya Amedê.
Piştî van gefan dayik Başal, tevî kurê xwe yê keya di 4'ê Adarê de çûye Amedê ber avahiya partiyê. Piştî du rojan gava malbatê xwestiye vegere gund, vê carê pere teklîfî wan kirine, lê ji ber ku dê û law qebûl nekirine, car din gef li wan xwarine ku dê qeyûm tayinî şûna keya bikin. Lê belê dê û law guh li gefan û pereyan nekirine û vegeriyane gundê xwe.
MA/SÊRT