Gava 26'ê Cotmehê derfetek dîrokî ye
Sêşem 11 Mijdar 2025 - 03:20

ROZA METÎNA / AMED
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren têkildarî pêngava 26’ê Cotmehê destnîşan kir ku ev vekişîn ne dawî ye; ev vekişîn ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad ji bo hemû gelan, destpêkek nû ye û got:”Divê niha ne çek, gotin pêşerojê diyar bike. Divê ne tirs, wêrektî pêşerojê diyar bike.”
Tevgera Azadiya Kurd di 26'ê Cotmehê de ragihand ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li ser esasên 12'emîn Kongreya PKK'ê Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) yên li Tirkiyeyê vekişandine "Qadên Parastina Medyayê".
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, biryara di 26'ê Cotmehê de, bandorên wê, rewşa herî dawî ya pêvajoyê nirxandin kir. Serhat Eren got:” Em ji pêvajoyên berê dizanin ku aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, lê di heman demê de bi berfirehkirina qada siyasî jî mimkun e. Loma jî divê pêşiya kirina siyasete demokratîk li kesên çekên xwe şewitandine bê vekirin."
Aştî dengê edaletê ye
Serhat Eren di destpêkê de destnîşan kir ku aştî bilindkirina dengên edalet, hiqûq û wijdanê ye û wiha got:"Em vê pêvajoyê wekî çareseriyek ji bo pirsgirêkên sedsalî yên Tirkiyeyê û derfetek ji bo avakirina ji nû ve ya pêşeroja hevpar a gelên wê dibînin. Ev pêvajo deriyê ji bo yekbûna civaka Tirkiyeyê bi demokrasiyê û demokratîkbûna komarê vedike. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e; ew di heman demê de bilindkirina dengên edalet, hiqûq û wijdanê ye. Li cihê ku hiqûq tune be, ne aştî û ne jî demokrasî nayê avakirin. Aştî di heman demê de meseleyek ked, edalet û belavkirinê ye. Ji ber ku, li şûna ku çavkaniyên vî welatî ji bo gel peyda bibin, bi polîtîkayên şer pergalek îstismarkirinê afirandine."
Gava 26'ê Cotmehê derfetek dîrokî ye
Serhat Eren ragihandina vekişandinê ya 26'ê Cotmehê wekî derfetekê şîrove kir û wiha pê de çû:"Gava dîrokî ya 26'ê Cotmehê ne tenê vekişînek e, lê belê derfeteke dîrokî ye ku ji dewlet û civakê re hatiye dayîn. Ger ev derfet dîsa ji bo polîtîkayên ewlehiyê bikin qurban, ne tenê gelê Kurd, lê di heman demê de demokrasiya Tirkiyeyê jî dê winda bike. Ev pêvajo beşdariya çalak a gel jî hewce dike. Ji ber ku ev ne tenê danûstandinek di navbera du aliyan de ye; ev pêvajoyek veguherîna demokratîk û avakirina civakî ya ji nû ve ye. Bêyî beşdariya gel, stûna herî bingehîn a aştiyê temam nabe. Divê em aştiyê ne tenê li ser maseya danûstandinan, lê di kolanan, di jiyanê de, di hilberînê de û bi dengê jin û ciwanan ava bikin. Ji ber vê yekê, ev vekişîn ne dawî ye; ev vekişîn ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad ji bo hemû gelan, destpêkek nû ye. Divê niha ne çek, gotin pêşerojê diyar bike. Divê ne tirs, wêrektî pêşerojê diyar bike."
Bingehek zagonî divê
Serhat Eren bi lêv kir ku ji bo aştiyeke mayinde bingehek zagonî pêwist e û wiha dewam kir:"Mayîndebûna vê pêvajoyê bi avakirina bingehek zagonî ve girêdayî ye. Aştî tenê bi daxuyaniyên niyeta baş nayê bidestxistin; ew bi edalet, hemwelatîbûna wekhev û serweriya hiqûqê tê bidestxistin. Peyva 'Zagona Nû' behsa bingehekê dike ku wekheviya gelan nas dike, hebûna nasname û baweriyên cihêreng diparêze û rê li ber siyaseta demokratîk vedike."
Azadiya Ocalan pêdiviyek aştiyê ye
Serhat Eren li ser daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev tişt got:"Azadiya Birêz Ocalan a fîzîkî divê ne tenê wekî mafekî takekesî, lê wekî pêdiviyek ji bo aştiyê were hesibandin. Danûstandina demokratîk ji hêla cîh û demê ve derfetên wekhev di navbera aliyan de hewce dike. Ji bo wê, her du alî jî hewce dike ku bikaribin bi hemî beşên civakê re bicivin û di hawîrdorek azad de li ser mijaran nîqaş bikin. Loma azadiya Birêz Ocalan aştî, azadî û pêşeroja demokratîk a welatekî jî eleqedar dike."
Zimanê medyaya alîgir
Serhat Eren di heman demê de li ser nêzîkatiya medyaya alîgir a li hemberî pêvajoyê ev nirxandin kir:"Mixabin, bi salan e medyaya alîgir a li Tirkiyeyê li şûna agahdarkirina raya giştî, veguheriye amûrek ji bo hilberandina polîtîkayên ewlehiya dewletê. Ev ne tenê pirsgirêkek rojnamegeriyê ye; ev yek ji astengiyên avahîsaziyê yên herî mezin ên li pêşiya demokratîkbûnê ye. Pêşkêşkirina pêvajoyê ya bi têgeha 'terorê' li şûna aştiyê tirs û li şûna diyalogê dijminatiyê ferz dike. Li Tirkiyeyê, medyaya bi nêzîkatiya xwe ya weşanê ya girêdayî hikûmetê, deng û zimanê aştiyê ditepisîne. Mafê raya giştî yê gihîştina rastiyê û aştiyê jî desteser dike."
Siyaseta demokratîk hewce ye
Serhat Eren da zanîn divê pêşî li siyaseteke demokratîk bê vekirin û wiha got:"Îro, siyaset li Tirkiyeyê bûye qada qedexe û zilmê. Bi hezaran siyasetmedar girtî ne, partî bi girtinê têne tehdîtkirin û şaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji kar têne dûrxistin. Divê qada siyasî hem ji aliyê zagonan ve hem jî ji aliyê civakî ve azad be. Em ji pêvajoyên berê dizanin ku aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, lê di heman demê de bi berfirehkirina qada siyasî jî mimkun e. Loma jî divê pêşiya kirina siyasete demokratîk li kesên çekên xwe şewitandine bê vekirin."









