- Fermandar Amed Malazgîrt: Ji bo afirandina Kurdistana azad û azadkirina axa Kurdistanê, çi berdêl hewce be, em ê bidin. Gelek hevalên me yên qehreman şehîd bûn. Deynê di stûyê me de ye ku em tola hevalên şehîd hilînin.
Amed Malazgîrt xîtabî gerîlayên HPG’ê kir û got, “Gel û gerîla wê bi hev re berxwedaneke mezin bikin û teqez e ku wê êrişa faşîzma AKP û MHP’ê were şikandin.” Malazgîrt diyar kir di roja pêşîn a şer de 62 dagirker hatine kuştin û 7 gerîla jî şehîd bûne.
Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt, li ser cîhaza bêtêl peyivî ji gerîlayên Kurdistanê re yên ku li hemberî êrişên li dijî Avaşîn û Zê (Zapê) şer dikin.
Malazgîrt bi bîr xist ku par di 23’ê Nîsanê de li hemberî êrişa berfireh a dewleta Tirk wan bi Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bersiv daye û got, “Dijmin di vê operasyonê de negihişt armanca xwe û gelek derbên giran xwarin. Bi tenê li hinek cihên Avaşînê bi cih bû.”
Amed Malazgîrt got, dewleta Tirk sala 2022’yan jî amadekariyeke mezin kiriye û di 14’ê Nîsanê de bi şev bi 55 balefirên şer, bi dehan droneyên bi çek û bê çêk, bi obus, tank û topa êriş da destpêkirin: “Di 17’ê Nîsanê de bi şev jî bi helîkopterên Skorsky û yên êrişê xwest leşkeran deyne Zê û Avaşînê. Hevalan di wê kêlîkê de ji gelek cihan li van helîkopteran da û nehişt ku helîkopter leşkeran deynin.”
Malazgîrt diyar kir ku artêşa Tirk ji xeta Başûr a Kurêjahro hatiye ji ser Şêladizê xwestiye li sê cihan leşkeran deyne û ji baregeha Sîrê ya li Şêladizê bi pêşengiya hinek kontrayan xwe li sê cihên Kurêjahro bi cih kirine û du rojan di navbera gerîlayan û dagirkeran de şerê giran qewimiye.
Nekarîn leşkeran deynin
Amed Malazgîrt diyar kir ku artêşa Tirk hewl daye bi helîkopteran leşkeran deyne hinek cihên Çiyayê Reş jî û got, “Bi destwerdana hevalan, nekarîn roja pêşîn leşkeran deynin. Di 18’ê mehê de jî leşker ji xeta Serê Sêvê ber bi Çiyayê Reş ve hatine û bi alîkariya helîkopterên êrişê, leşker danîne Girê Rûbar û Çiyayê Reş. Bi tu awayî artêşa Tirk nekariye leşkeran deyne Girê Cehenemê. Gelek caran xwestin leşkeran deynin Şikefta Birîndara û Girê Karker, lê hevalan li wan da û nekarîn leşkeran deynin.
Şerê giran didome
Li ser xeta Cîloya Piçûk xwestin ji hewayê ve leşkeran deynin Girê Şehîd Şahîn lê hevalan li wan da û artêşa Tirk nekarî leşkeran deyne. Ji ber vê, dixwazin ji qadên Koordîne, Petrût û Cîloya Piçûk ji bejahiyê ve werin û li Şamkê û Girê Şehîd Şahîn bi cih bibin. Li deverê şerê giran didome.”
Malazgîrt wekî din da zanîn ku di her du rojên pêşî yên êrişa dagirkeriyê de bi dehan dijmin hatine kuştin û 7 gerîlayên Kurdistanê şehîd bûne.
Êriş wê bidome
Amed Malazgîrt di beşa dawîn a axaftina xwe de diyar kir ku wê êrişa dagirker zêde bidome û ew ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin: “Hevalên me bi ruhê Apoyî û terza milîtaniya fedaî ya PKK’ê bi cesareteke mezin ev êriş pêşwazî kirin. Ev operasyon wê zêde bidome. Ji bo afirandina Kurdistana azad û azadkirina axa Kurdistanê, çi berdêl hewce be, em ê bidin. Gelek hevalên me yên qehreman şehîd bûn. Deynê di stûyê me de ye ku em tola hevalên şehîd hilînin.
Dewleta Tirk li aliyê din jî li Bakurê Kurdistanê û li parçeyên din ên Kurdistanê êrişan dike. Li zindana ciwanên Kurdan qetil dike, li ser civakê polîtîkaya êşkence û zextan didomîne. Dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne. Van operasyonan ji xwe re dikin hincet, dixwazin têkevin nav Başûrê Kurdistanê û xeta Mûsûl û Kerkûkê têxin bin kontrola xwe.
Xwedî li dozê derkevin
Girîng e ku gelê Kurd û dostên wan di vê pêvajoyê de xwedî li doza xwe derkevin. Heke îro xwedî lê dernekevin wê sibê dereng be. Gel û gerîla bi hev re wê berxwedaneke mezin bikin û teqez e ku wê êrişa faşîzma AKP û MHP’ê were şikandin”
BEHDÎNAN