Garantorên Şamê xwe negihandin ‘Şama Nû’

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Duşem 7 Îlon 2020 - 09:59

  • Di navbera Misir, Iraq û Urdunê de, projeya ‘Şama Nû’ tê nîqaşkirin.

Kendal Cûdî

Di navbera Misir, Iraq û Urdunê de, projeya ‘Şama Nû’ tê nîqaşkirin. Proje li gorî pîvanên Ewropayê ye. Li gorî agahiyan, ev proje ne dema ku Kazimî bû serokwezîr kete rojevê, lê belê dema Heyder Ebadî serokwezîr bû, ketibû rojevê. Destpêkê Misir û Iraqê li ser vê projeyê nîqaş kirin, piştre jî Urdun tev li projeya Şama Nû bû.
Şama Nû ango rêya ji Iraqê heta Misrê, rêyeke kevnar û stratejîk e, Rojhilata Navîn bi parzemîna Afrîkayê ve girê dide. Mirov dikare bibêje ku ev rê beşek ji Rêya Hewrîşm a heta Çînê ye.
Ev projeya di lûtkeya sêaliyan de ku di 25`ê Tebaxê li paytexta Urdunê Emanê bi beşdariya Misir, Iraq û Urdunê li dar ket, bi awayekî berfireh hat nîqaşkirin, lê detayên zêdetir û çawaniya destpêkirina wê, beriya destpêkirina projeyê, eşkere kirin. Jixwe proje hîna tê nîqaşkirin. Dibe ku dewletên dîtir jî tev lê bibin, nexasim ên Ereban.
Li gorî hevpeymanê, dê karên hevbeş di aliyê aborî de, nexasim petrol û siyasî, werin kirin û wê xeta petrolê ji Besraya Iraqê heta bendera El-Eqebe ya Urdunê û ji wir jî wê derbasî Misirê bibe. Di encamê de, wê Misir û Urdun jî petrola Iraqê bistînin. Li hember vê yekê jî, wê Misir û Urdun kehrebeyê bidin Iraqê. Di heman demê de, wê şîrketên Misirê jî derbasî Iraqê bibin û li wir xebatan bikin.
Lê aliyê xwe yê siyasî jî û guhartinên ku bi xwe re bîne, xaleke girîng e. Di serî de, ev proje bi serpereştiya Amerîka, Îsraîl û Ewropayê tê birêvebirin. Mirov dikare bibêje ku lihevkirina gazê ku di sala 2019`an de di navbera Misir, Îsraîl, Yewnanistan, Qibris, Urdun, Filistîn û Îtalyayê de çêbû û dewleta Tirk ji vê hevpeymanê hate dûrxistin, beşeke ji vê projeya Şama Nû ye. Ev jî dibe eniyeke din li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk û Îranê li herêma Rojhilata Navîn.
Ji aliyekî din ve jî, niha li Lîbyayê, Misir li dijî dewleta Tirk e. Bi vê yekê, eger dewleta Tirk zêdegaviyan bike, wê dewletên Ereban; Iraq û Urdin jî tev li Misirê bibin û li dijî dewleta Tirk şer bikin.
Li Iraqê jî hêdî hêdî dewlet dikeve nava tevgerê û li dijî dewleta Tirk û êrişên wê helwesta xwe diyar dike. Eger ev proje kete pratîkê, wê Iraq piraniya kel û pelên xwe yên bazirganî ji dewletên Ereban û ji wir jî wê ji Ewropayê bigire, bi gotineke din dê li wir jî derbek li aboriya Tirkiyê bikeve. Ji ber ku tê zanîn ku ev çend salên dawî ye, dewleta Tirk him di aliyê bazirganî de, him jî di aliyê rêxstinî de xwe li Iraqê gelekî xurt kiriye. Her wiha kehrebeya Iraqê ku ji Îranê tê, bêguman ew jî dê were rawestandin û Îran hêdî hêdî dikeve dorpêça siyasî û aborî.
Yên li dijî vê projeyê bêguman Tirkiye, Îran û Rûsya ne û dibe ku heta niha eşkere nekiribin jî, lê balkêş e, dema ku lûtekeya sêalî di navbera dewletên xwedî projeya Şama Nû de çêdibû, garantorên Astanayê; Tirkiye, Îran û Rûsyayê daxuyaniyek dan û nerazîbûnên xwe li dijî hevpeymana şîrketa petrolê ya Amerîkayê bi Rêveberiya Xweser re, nîşan dan.
Balkêş e; ev nêzî mehekê ye ku ev hevpeyman hate ragihandin, lê çima niha daxuyaniyeke wisa hevbeş tê dayîn?! Bi vê jî diyar dibe ku ew li dijî projeya Şama Nû ne.
Di nivîsa hefteya derbasbûyî de jî, me behsa encamên şerê dîzaynkirina Rojhilata Navîn kir. Lewra ev dem ji Kurdan re pir hesas e û nazik e. Divê Kurd bi yekitî û dîplomasiyeke xurt, cihê xwe di vê dîzaynkirinê de bigirin. Di vê demê de derfet ji bo Kurdan gelek in da ku bikaribin xweser bibin. Ji bo vê jî pêdivî bi yekîtiyê heye. Dîsa divê Kurd û kurdistanî xwedî dîplomasiyeke hevbeş û jîr bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.