Lihevkirin destketî ye

Çarşem 2 Îlon 2020 - 15:44

  • Hevserokê MSD’ê Riyad Derar bi Partiya Vîna Gel re gihiştina peymanekê weke desteketî bi navkir.

YEHYA EL-HEBÎB
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel di 31`ê Tebaxê de têkildarî çareseriya siyasî li Sûriyê, li paytexta Rûsya Moskovê piştî muzakereyan peymanek îmze kirin.
Têkildarî rewşa beriya îmzekirina peymanê, hevserokê MSD’ê Riyad Derar got: "Ji beriya 3 mehan ve amadekarî û peywendî di navbera endamên buroya siyasî ya Partiya Vîna Gel û MSD`ê de dest pê kirin. Her du aliyan nêrînên xwe yên têkildarî çareseriya siyaysî û paşeroja Sûrî bi hev re parve kirin û li ser îmzekirina peymanê li hev kirin. Ev gav di çarçoveya hewldanên MSD`ê yên avakirina peywendiyan bi hemû hêzên siyasî yên aktîv ên hundir û derve yên ku beşdarî civîn û akîtîvîteyên komîteya destûrê û desteya dan û standinan bûne re, pêk hat.
Derar wiha dewam kir: "Ji bo muzakereyê komîteyek hate avakirin û tê de em gihîştin xalên ku piştre di civîna Moskovê de hatine eşkerekirin. Lihevkirin di asteke bilind de pêk hat. Heke nakokî derkevin dê li hevserokatiya MSD’ê û serokatiya Partiya Vîna Gel vegerin û li ser makanîzmeyê li hev bikin. Vê yekê hişt ku lihevkirin bi vî rengî be."
Derar bal kişand ser xalên li hev kirine û nexasim girîngiya têgîna Sûriyeke Nenavendî ya di peymanê de destnîşan kir û got, wê ev li ser pêvajoya çareseriyeke rastî bandorê bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.