Ji destwerdanê aciz in

Çarşem 2 Îlon 2020 - 15:50

  • Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya. Piştî civînê, herdu serokdewletan daxuyaniyek da çapemeniyê. Berhem Salih got, ew dixwazin serweriya Iraqê parastî be. Macron jî got, divê Iraq bi pêkhateyên xwe hemûyan were bihêzkirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron doh çû serdana Bexdayê û bi rayedarên Iraqê re civiya. Serokkomar Macron bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya. Piştî civînê jî herdu serokdewletan daxuyaniyek da çapemeniyê.
Destpêkê serokkomarê Iraqê Berhem Salih got; “Me behsa gelek mijarên hevbeş kir. Em li benda başkirina peywendiyan in. Ya ku li Iraqê li hemberî terorê rû dide, serketineke mezin e. Ev serkeftin bê guman bi qurbanîdayîna Iraqiyan û alîkariya hevpeymana navneteweyî çêbûye. Fransa divê çarçoveyê de xwedî roleke girîng bû. Me ji Macron re got, Iraq dixwaze li herêmê roleke bi bandor bigre ser xwe. Divê rewşa ewlekariyê aram be, ev jî wê bi çalakkirin û pêşxistina rolê Iraqê re çêbe.”
Berhem Salih di dewama axaftina xwe de bal bire ser serweriya Iraqê jî û got; “Divê serweriya Iraqê parastî be û peywendiyek hevseng di navbera welat û cîranan de hebe. Em naxwazin Iraq bibe cihê komên şer û pêşbaziyê. Em dixwazin peywendiya me bi hemû welatan re baş be û ti welatek destwerdanê di kar û barê Iraqê de neke. Ev yek wê bibe sedema aramî û pêşxistina herêmê.”
Pitşî Berhem Salih serokkomarê Fransayê Macron jî got; “Iraq di qonaxeke hestyar de derbas dibe û divê rayedarên Iraqê ji bo derbaskirina vê qonaxê alîkarê hev bin. Divê Iraq bi hemû pêkhateyên xwe ve were bihêzkirin. Fransa di şerê dijî terorê de hertim piştgiriya Iraqê dike. Erkê civaka navneteweyî jî ew e ku alîkariya Iraqê bike.”
Macron bi serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî re jî civiya. Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bûn ku Macron bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, û bi rêveberên YNK û PDK’ê re jî bicive. ROJNEWS BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.