PolîtîkAzad tenê nehiştin

Duşem 9 Gulan 2022 - 22:24

  • Ji bo rojnameya me PolîtîkAzadê, şeva piştgiriyê hate lidarxistin.

BEDRAN DOGAN / MAINZ

Ji bo rojnameya me PolîtîkAzadê, şeva piştgiriyê hate lidarxistin.

Bi sedan xwîner beşdarî şeva piştgiriyê ya yekşêmê (8’ê Gulanê) ya li bajarê Elmanyayê Mainzê bûn. Li bin wêneyên şehîdên çapemeniya azad jî peyama şevê û ya çapemeniya azad dinivîsî: "Pênûsên wan li erdê namînin” û "Rastî di tariyê de namîne”.

Midûrê Karên Nivîsan Roger Turaut di destpêkê de bi xêrhatina xelkê kir û got, "Em hewl didin rojeva civakê, siyaseta ku tê meşandin, rastî û bûyerên ku ji raya giştî re nayên eşkerekirin ji we re ragihînin. Dema em vê dikin, em hêza xwe ji gelê xwe digirin." Turaut bi bîr xist ku ji bo kevneşopiya çapemeniya azad dewam bike berdêlên giran hatine dayîn û gelek rojnamevan şehîd bûne û wiha dewam kir, "Ji bo rastiya bûyerên li Kurdistanê em binivîsin, bighînin gel, ji bo bîranîna bi dehan rojnamevanên şehîd, zindî bihêlin û têkoşîna wan bidomînin, em bawer dikin ku em ê siberojê jî bi awayekî xurtir bi ser kevin.”

Tirkiye dagir dike dinya temaşe dike 

Yek ji nivîskarên rojnameyê, Ferda Çetîn jî di axaftina xwe de bal bire ser pêvajoya awarte û got: "Niha li Kurdistanê şerek diqewime. Şerekî ku gav bi gav, saniye bi saniye dewam dike. Metre bi metre ev şer dimeşe û ev şer li ber çavên me diqewime. Em vê şevê di heman demê de weke şeva hevgirtinê ya bi şervanan re dihesibînin û dilê me bi wan re ye."

Ferda Çetîn, da zanîn ku Yenî Ozgur Polîtîka rojnameya pêvajoyên awarte ye û bal bire ser wêneyên şehîdên çapemeniyê yên li salonê û got, "Ji bilî van hevalan bi dehan hevalên me şehîd bûn. Bi saya têkoşîna wan îro em li vir in. Israra me ya azadiyê, israra me ya di têkoşînê de û têkoşîna me ya hebûnê û daneqebûlkirina hebûnê dê bidome."

Çetîn anî ziman ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tên paşguhkirin û got, "Her kes behsa dagirkeriya Rûsyayê dike. Qala rewşa penaberên Ukranyayê dikin. Lê Kurdistan tê bombebarankirin. Tirkiye Kurdistanê dagir dike, lê raya giştî dengê xwe nake. Gerîla û gel tiştê ji destê wan tê ji bo vê têkoşînê dikin. Tişta ku dagirkerên cîhanê ferz dike, Kurd qebûl nakin."

Çetîn êrişa li ser Şengalê jî bi bîr xist û got, “Li Başûrê Kurdistanê û Şengalê yekane hêza ne biyanî YBŞ, YJŞ ne, yên din, hemû biyanî ne, xwediyên van axan Kurd in."

Çetîn got, "Dagirkerî û xiyanet bûne yek. PDK û malbata Barzanî bi awayekî eşkere piştgiriyê didin dagirkeriya Tirk. Divê em li ber vê hevkariyê rabin, wê tehşîr bikin."

Parazvanên heqîqetê ne

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya HDP’ê, Bedîa Ozgokçe, ku dewleta Tirk cihê wê bi qeyûm dagir kir, jî Roja Dayikan li Dayika Taybet û dayikan hemûyan pîroz kir û got, çapemeniya Kurd a azad her tim parêzvanê heqîqetê ye.

Ozgokçe rojên ku Med TV cara ewil derketibû ser ekranê bi bîr xist û got, "Kedkarên çapemeniyê weke doh îro jî peywira xwe didomînin. Em hemû xebatkarên çapemeniyê yên ku rastiyan dişopînin hezar car silav dikin."

Di şevê de hunermend Farqîn Azad, Eléonore Fourniau, Pervîn Çakar û Mehmet Atli berhemên xwe yên pêşkêş kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.