Teslîmî Erdoganê despot nebe

Çarşem 2 Îlon 2020 - 15:39

  • Hevserokê Partiya Çep a Elman Bernd Riexinger, li Essenê bi sazî û rêxistinên koçberan re civiya. Navenda Çanda Kurd a Demokratîk malovaniya civînê kir.

PÎROZ GULTEKÎN/ESSEN

Hevserokê Partiya Çep a Elman Bernd Riexinger, li Essenê bi sazî û rêxistinên koçberan re civiya. Navenda Çanda Kurd a Demokratîk malovaniya civînê kir. Di civînê de li ser mijara şer, koçberî, nijadperestî û întegrasyonê axaftin hatin kirin.
Li eyaleta Nordrhein-Westfallenê (NRW)13ʼê Îlonê wê hilbijartina herêmî pêk bê. Hevserokê Die Linkeyê Bernd Rixinger jî di vê çarçoveyê de bi namzetên partiyê yên NRW û nûnerên saziyên Kurd re civîn pêkanî. Civîn yekê Îlonê li baxçeyê komeleya Kurd hat kirin û axaftina pêşî Yilmaz Gultekîn kir. Gultekîn di axaftina xwe de qala girîngiya cihgirtina hindikayiyan di nava rêveberiyên herêmî de kir û got, sîleha me ya herî mezin hevgirtin e.
Hevserokê Die Linke Riexinger jî di axaftina xwe de li ser gelek mijaran axivî û xwest ji bo jiyaneke azad mirov li dijî şer xwedî helwest bin û got: Divê Elmanya sîlehan nefiroşe Tirkiyê û li dijî helwesta Erdogan despot xwedî helwest be.
Riexinger bal kişand ser polîtîka dewleta Tirk a penaberan weke şantajê bi kar tîne got, Elmanyayê li ber vê polîtîkayê serê xwe tewandiye.
Riexinger helwesta partiya xwe di doza Kurd de jî weha anî ziman: Em dixwazin qedexeya li ser PKKê rabe, Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû bêne berdan.

Namzet kî ne?

Ji bo Meclîsa Biyaniyan ji Partiya Çep Civan Akbulut (ji Kurdistanê), Khorrami Khamneh, Kaoutar Rhanimi, Devran Dursun (ji Kurdistanê), Jules El-Khatib, Shaber El-Sharif, Efstathios Tassikas, Farina Kerekes hene.
Daniel Kerekes namzetê şaredariyê ye. Ji bo meclîsa şaredariyê jî Theresa Brücker, Heike Kretschmer, Stefan Hochstadt, Devran Dursun, Shoan Vaisi, Julia Quast, Hans-Jürgen Zierus, Marisa Beansch, Efstathios Tassikas namzet in.
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.