Fransa berpirsiyar e

Şemî 7 Çile 2023 - 00:03

  • Mûrat Karayilan li ser şerê 2022´yan: Min ji bo hêzên Tirk ên li Girê Amêdiyê û Sêdarê gotibû ‘yan wê biçin yan jî wê hemû bimirin’. Jixwe, piştrast jî bû. Li wan hat xistin, kuştî û birîndarên wan çêbûn û piştre neçar man ji wir vekişin. Du rojên din heger ji wir venekişiyana, wê bihatana tinekirin. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê herdu komkujiyên li Parîsê û şerê sala 2022’yan de ji ANF’ê re axivî. Karayilan got, dewleta Fransayê ji rohnîkirina komkujiyên Parîsê berpirsiyar e û xwest erka xwe bi cih bîne. Wî ji bo şerê 2022´yan ê li Kurdistanê jî got, dewleta Tirk li Zê xitimiye û asê maye.   

Mûrat Karayilan destpêkê şehîdên komkujiya yekem a Parîsê bi bîr anîn û derbarê şehîdên komkujiya 2’yan a Parîsê de jî got, “Ez şehîdên me yên dawî yên Parîsê, Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Têkoşîna Mîr Perwer wek hunermendekî Kurd ê welatparêz nîşan dide ku cewherê wî çiqas kûr e. Dîsa Abdurrahman Kizil xwedî rastiya azadîxwaz û kedkarê bi dehan salan e.

 

Hevrê Evîn sembola azadiyê ye

Hevrê Evîn Goyî jina Kurd a leheng e ku sembola dilpakiyê, fedakarî û helwêsta exlaqî ya azadiyê ye. Ew ne jineke asayî bû, bi taybetmendiyên xwe yên takekesî, dilpakî, cidiyet û keda xwe ya kûr a bi salan pêşeng bû. Ew milîtaneke şoreşger a hêja bû, bi welatparêziya kûr a Botanê û têkoşîna Apoyî bi pêş ket û teşe girt. Di vî warî de şehadeta Hevrê Evîn ji bo Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ne windahiyeke asayî ye.

 

Komkujiya Parîsê ne tesaduf e

Ev êriş 5 rojan beriya salvegera Komkujiya Roboskî pêk hat, gelo ev tesaduf e? Salvegera 10´an şehîdên Parîsê û salvegera 11´an a şehîdên Roboskiyê nêzîk dibû, rabûn Evîn Goyî û du hevreyên din kirin hedef, nabe ku ev tesaduf be. Heval Evîn ji heman derdora Roboskiyê û ji heman eşîretê ye û xizm in. Ew li Parîsê milîtaneke şoreşger bû ku li ser xeta Sakîne Cansizan têkoşîn xurt dikir û wekî nûnerê wan li Parîsê bû. Gelo ma dibe ku ev tesaduf be, milîtaneke jin a pêşeng li navenda Parîsê bê hedefgirtin? Kujerê ku jê re dibêjin nijadperest, bi zanebûn Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî kir hedef û ev êriş beşek ji pîlaneke mezin e. Li vir armanc û pêkanîneke bi zanebûn û rêxistinkirî heye. 

Bi taybetî hedefgirtina jinên Kurd bi ti awayî ne tesaduf e. Bi vî awayî tê xwestin ku rê li pêşiya Xeta Jina Azad bigirin, ev xeta Rêber Apo, ne tenê di nava civaka Kurdistanê de, di asta navneteweyî de jî belav kirin. Ji ber vê yekê eşkere xuya dibe ku Komkujiya Parîsê ya Duyemîn jî weke komkujiya 9’ê Çileyê 2013’ê ji aliyê MÎT’ê ve hatibe pîlankirin. Em ti carî qebûl nakin ku gelê me yê bêçek û bêparastin bi rengekî nemerdane hedef bên girtin. Hesabê vê yekê wê bê pirsîn. 

 

Fransa mecbûr e eşkere bike 

Dewleta Fransayê mecbûr e ku berpirsên van herdu qetlîamên di nava 10 salên dawî de, eşkere bike. Gelê Kurdistanê li benda vê yekê ye. Helwêsta derdorên demokratîk ên Fransayê beramberî bûyerê erênî û dostane ye. Divê hikûmet jî heman helwestê nîşan bide û sûcdaran eşkere bike. Rêveberiya dewleta Fransayê ya niha di îmtîhanekê de ye. Gelo ew ê berjewendiyên qirêj ên siyasî û aborî esas bigire yan qanûnê?”

 

Li bin guhê dîwarê gerîla ketin

Murat Karayilan di dewama nirxandina xwe de li ser rewşa şer a sala 2022’yan peyivî. Karayilan da zanîn ku ev du sal in, tevî erêkirina hikûmeta Kazimî û piştgiriya PDK’ê, tevî teknolojiya modern, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî jî, dewleta Tirk nekarî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û got, “Di vê de serneketin. Ev encameke misoger û zelal e. Ji ber wê jî pêngava destpêkê ya gihîştina sînorên Misak-î Mîllî ya ku rejîma AKP û MHP’ê pîlan kiribû, bi ser neket. Ev pîlan li dîwarê ji pola yê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ket. Nekarî çîroka xwe ya serketinê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê çêke.’’

 

Li Zapê asê bûn

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê bîlançoya şerê sala 2022’yan de got; “Ez dikarim derbarê bîlançoya salê de garantiyê bidim. Em salê û encamên wê, bê nepixandin û dilnizm dinirxînin. Rejîma AKP û MHP’ê tişta dixwest di sala 2021’ê de pêk bîne, xwestin di sala 2022’yan de pêk bînin. Pîlan kiribûn ku qadên Zap, Avaşîn û Metînayê di nava 2-3 hefteyan de bi temamî dagir bikin, êriş û dorpêça li ser herêmên Garê, Qendîl, Şengal û hwd. di nava çend mehan de temam bikin. Ev pîlana rejîma AKP û MHP’ê li Zapê asê ma û xitimî. Navê tevgerê kiribûn ‘Pençe-kilît’, lê li Zapê kilît bûn, asê man.” 

 

Ger venekişiyana wê bihatana tinekirin

Karayilan derbarê vekişîna leşkerên dagirker ji Zapê de jî got, “Pîvana me; rastî, duristî, merdî û zelalî ye. Em çi dibêjin, wê dikin. Rêgeza esasî ya her Apoyiyekî, yekbûna gotin û pratîkê ye. Ez jî ji bo xwe vê rêgezê dikim esas. Ew gotinên min ên ji bo hêzên Tirk ên li Girê Amêdiyê û Sêdarê ku min gotibû ‘yan wê biçin yan jî wê hemû bimirin’, vê rastiyê îfade dike. Jixwe, piştrast jî bû. Li wan hatin xistin, kuştî û birîndarên wan çêbûn, û piştre neçar man ji wir vekişin. Du rojên din heger ji wir venekişiyana, wê bihatana tinekirin. Heman tişt ji bo cihên din jî lê ye.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.