Frankfûrtê nobet dewir girt

Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 02:25

Nobeta Azadiyê ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, ji sala 2012'an û vir ve li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, li qadeke nêzî saziyên rêveberiyê yên Yekîtiya Ewropayê bênavber dewam dike. Çalakî di hefteya 627'an de bi komeke nû dewam dike. Koma nû ji Yilmaz Şekerlî, Metîn Arslan, Gabar Ronî û Esîr Akkûrt pêk tê ku ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê tevlî çalakiyê bûn. Bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî, bi taybetî jî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê hate kirin ku nebe şirîkê êşkenceya tecrîdê ya li Îmraliyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê rêya çareseriyê ye, lewma jî hate xwestin, dawî li tecrîdê bê anîn.

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.