- Nobeda "Azadî ji Ocalan re" vê hefteyê bi koma ji Frankfûrtê dewam dike.
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" vê hefteyê bi koma ji Frankfûrtê dewam dike. Kurdistanî û dostên wan bi biryar in ku heta azadiya Rêber Apo vê çalakiya xwe bidomînin.
Nobed li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo ye û di hefteya 429'an de ye. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Alî Kinay, Mehmet Çakmak, Hasan Kisa û Haci Aleks ên ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ne.
Endamên komê nerazîbûn nîşanî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Konseya Ewropayê dan û diyar kirin, "Ev çi bêdengî ye? 9 sal in em bi rengekî yekser nerazîbûna xwe nîşan didin, lê belê hîn jî ev sazî bêdeng in."
ANF/STRASBÛRG