• PKK:“Jin û ciwan di serî de divê hemû gel û dostên me gelekî bihistyar bin û divê tu carî firsendê nedin sîxur û nokeran. Divê bê zanîn têkoşîna li dijî êrîşên faşîst û qirker ji têkoşîna li dijî xiyaneta sîxur û nokeran ji hev nayê cuda kirin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir di demên dawî de êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’ê zêdetir bûne û bang li gelên Tirkiyeyê û mirovayetiya demokratîk kir ku li hemberî vê li ber xwe bide. Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de herwiha hate diyarkirin ku êrîşên AKP û MHP’ê xwe dispêrin aliyên sîxur û nokeran û wiha tê gotin;’’Tayyîp Erdogan û dîktatoriya faşîst û qirker a Tifaqa Cûmhûr ku piştî hilbijartinên ne rewa xwe ji nû ve ava kir, weke ku dihate çaverêkirin, di serî de Îmrali û Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi piştgiriya NATO û PDK’ê êrişê Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, civaka Tirkiyeyê û gelê me yê li derveyî welat dike, di heman demê de zext û terora xwe ya faşîst jî zêdetir kiriye. Armaca van êrîşên faşîst û qirker diyar e: Rêber Apo di tecrîda Îmraliyê de bifetisînin, gerîlayên Azadiya Kurdistanê bipelçiqînin, PKK’ê tasfiye bikin, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk biçewisînin, li Bakurê Kurdistanê qirkirina çandî temam bikin û parçeyên Başûr û Rojava dagir bikin.

Têkoşînê geş bikin

Bêguman ev êrîşên faşîst û qirker di serî de Rêber Apo dike hedef. Ji Rêber Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in li Îmraliyê dîl tê girtin, 29 meh in tu agahî nayê stendin. Serlêdanên malbat û parêzeran ên hevdîtinê her tim tên redkirin. Zext û êşkenceyên fizîkî û psîkolojîk ên di dîrokê de nehatine dîtin li Îmraliyê gihiştiye lûtkeyê. Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê berxwedana herî mezin û bi wate ya azadiyê ya dîrokê dimeşîne. Divê ev berxwedan rast were fêhmkirin û rast xwedî lê wer derketin. Li hemberî êrîşa tinekirinê ya ku her kêlî pêş dikeve ev berxwedan bilindkirina dilpakiya mirovahiyê ye. Şert e ku têkoşîn girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were geşkirin. 

Berxwedana gerîla silav dikin

Eşkere ye ku êrîşên faşîst û qirker, hem li dijî Rêber Apo, li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê jî zêde bûye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, weke 7 salên borî bi qehremanî li dijî van êrîşên dagirkeriyê yên dawî li ber xwe dide û rê nade êrîşên dagirkeriyê yên faşîst û qirker. Em hemû gerîla, fermandarên HPG û YJA-Starê yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet li Zap, Avaşîn û Metînayê li seranserê Kurdistanê li dijî dijminê faşîst û qirker di xeta xweparastinê de li ber xwe didin silav û pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyên gerîla wê hîn berfirehtir bibin û derbên giran li dijminê faşîst û qirker were xistin.

Berxwedana topyekûn divê

Dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr hewl didin di serdema nû de êrişên hevgirtî pêş bixin. Ev êrîş xwedî aliyên îdeolojîk, siyasî û leşkerî ne û armanc dikin ku hemû beşên civakê bi taybet ciwan û jinan bikin hedef. Kurdan, gelên Tirkiyeyê û hemû mirovahiyê dike hedef. Weke têkoşîna li Akbelenê em têkoşîna li dijî tinekirina xwezayê û berxwedana rojnamevanên ku heqîqetê diqîrin, silav dikin. Em bang li hemû gelê xwe, gelên Tirkiyeyê û mirovahiya demokratîk dikin ku li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê, berxwedana azadî û demokrasiyê ya tevahî xurtir pêş bixin.

Rê nedin karê sîxuriyê

Faşîzma AKP-MHP’ê derveyî rê û rêbazên teknîkî hewl dide zêdetir xwe bispêre xayinên sîxur-noker bi kar bîne û encam bigire. Bi taybetî jî hewl dide êrişê aliyên welatparêz û demokrat bike û dixwaze di hundir de zirarê bide. Di vê çarçoveyê de divê hemû gel û dostên me bi taybet ciwan û jin gelekî hişyar bin û ti carî destûrê nedin fealiyetên sîxuriyê. Bi hişmendiya têkoşîna li dijî êrîşên faşîst-qirker ji têkoşîna li dijî xiyaneta sîxur-noker ji hev nayê veqetandin, girîng û pêwîst e ku her welatparêz û demokrat li ku dibe bila bibe vê têkoşînê bi bandor bidomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN