Firrîn û efsûna reşêleyan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Kanûn 2023 - 00:15

  • Wênegirê Danîmarkî Soren Solkaer demeke dirêj e ku portreyên hunermendan digire û ev portreyên wî weke îkon jî tên zanîn. Niha jî ew bi firîna reşêleyan daketiye û wêneyên wan ên xweşik girtine. Wî ewilî ji welatê xwe dest pê kiriye û pişt re jî li gelek welatên Ewrûpî geriyaye û wêneyên  refên reşêleyan girtine.

Soren Solkaer wênegerekî Danîmarkî ye ku li seranserê Ewrûpayê ketiye pey reşêleyan. Serê pêşî, wî li Danîmarkayê fotografên reşêleyên girtin û paşê jî li gelek welatên Ewrûpî wê ev karê xwe bire serî. Soren Solkaer ji bo karibe fotografên reşêleyan bigire, li rêyên koçberiya wan, welat bi welat kola. Wî ji Îrlandayê dest bi rêwîtiyê kir û bi dorê çû Ingilistanê, Holandayê û herî dawî rêwîtiya wî li Îtalyayê bi dawî bû. Di dawiya vê rêwîtiyê de wî gelek fotografên xweşik ên refên reşêleyan girtin. Di van fotografên wî de refên reşêleyan li asîman gava difirin, dîmenên pirr xweşik derdixin holê, çawa ku bi hezaran çûk di nav ahengeke bêhempa de bireqisin. Kesê nizanibe, wê bibeje, ev ne fotograf in û bi destan ji hêla şêwekarekî ve hatine xêzkirin.

Soren Solkaer sala 1969’an de li Danîmarkayê hatiye dinyayê û ji sala 1996’an ve bi awayekî profesyonel fotografan digire. Ew herî zêde bi portreyên muzîsyenan tê naskirin û heta niha gelek wêneyên muzîsyenan jî girtine. Wî fotografên kesên weke Bjork, The White Stripes, Paul McCartney, David Lynch, Amy Winehouse, Pharrell Williams, Adele û Patti Smith girtine ku hemû jî weke fotografên îkonîk tên zanîn. Gava ew van portreyan digire bi nihêrîneke sînematîk difikire û rengê tercîh dike jî dîsa bi heman nihêrînê dineqîne. Jixwe, ew dide zanîn ku di bin tesîra sînemavanên weke David Lynch û Wong Kar-Waî de maye. Her wiha wênegir Philip-Lorca diCorcia û şêwekar Caspar David Friedrich jî îlhama fotografên wî ne.

Ruhê xwe lê zêde dikim

Soren Solkaer xwedî çavekî çê ye û derbarê ronahiyê de jî xwedî hizrên baş e. Gava ew derbarê karên xwe de diaxive, dibêje, “Ez çi karî bikim, ruhê xwe lê zêde dikim” û projeya xwe ya nû ya reşêleyan jî ji bo xwe wiha bi mane dike; “Ez bi vê projeyê vegeriyam mala xwe. Wan dîmenên refên çûkan ên ku di zarokatiya min de li min tesîr kiribûn, ez vegerandim Danîmarkayê. Qederê du salan ez çûm serdana Behra Wadden ya ku li peravên Rojhilatê Danîmarkayê dimîne. Min li wir gelek wêneyên reşêleyan girtin û paşê jî rêwîtiya wan şopand bê ka ew heta bi ku derê diçin. Bi vî awayî min serdana gelek welatên Ewrûpayê kir û fotografên reşêleyan girtin.”

Dîtbariyeke saf û organîk

Soren Solkaer dide zanîn ku medyaya civakî dijminê afirîneriyê ye û ji bo tercîha xwe ya estetîkê jî dibêje, “Ez dixwazim di warê dîtbariyê de bi awayekî saf û organîk hin tiştan nîşan bidim. Dîmen xwedî hêzeke metaforîk û helbestî ne. Ji bo ev armanca min pêk were, ji kalîgrafî û hibra Japonî sûdê werdigirim. Gelek caran rengekî tenê bi kar tînim. Ji bo ku bi van fotografan hizreke baş ava bikim jî ez wan li ser kaxezên Japonî çap dikim.” 

Efsûna çûkên koçber

Soren Solkaer ev wêne hemû weke pirtûk çap kirine û di warê fotografiyê de çend pirtûkên wî yên baş hene. Wî herî dawî jî pirtûka bi navê “Starling” ya ku fotografên reşêleyan tê de cih digirin, derxist. Di vê pirtûkê de em hezkirina Soren Solkaer ya ji bo reşêleyan dibînin. Wî bi 138 fotografan, firrîna refên reşêleyan qeyd kiriye. Her wiha bi rêya mîkroskopên ronahî û elektronan jî hûrgiliyên li ser perê reşeleyan jî bi fotografan nîşan dide. Solkaer bi van fotografan efsûna derbarê firîna reşêleyan û rêyên koçberirya wan de agahiyan jî dide û bi vî awayî gelek pirsên xelkê yên derbarê firrîna çûkên koçber de jî dibersivîne.

Weke pirtûk çap dike

Pirtûka “Starling” ya ku tê de fotografên bêhempa yên refên reşêleyan henem, di 26’ê Kanûnê de çap bû. Lê Soren Solkaer sala 2017’an jî pirtûkeke bi navê “Black Sun” çap kiribû û di vê pirtûka wî de jî dîsa fotografên reşêleyan hene. Jixwe, pirtûka wî ya dawî jî weke dewama “Black Sun” tê nirxandin.  Beriya pirtûka wî ya nû çap bibe, pêşangeha wî ya bi navê “Soren Solkaer: Black Sun” li “Muzeya Seatle ya Navneteweyî ya Skandînavyayê” vebû û cara yekem e ew pêşangeheke ewqasî mezin li Emerîkayê vedike. 

Wêneyên Soren Solkaer heta niha li New York, Kopenhag, Sidney, Melbourne, Londra, Los Angeles, Chicago, Vancouver, Milano, Munich, Prag û Kyotoyê hatine nîşandan. Hin xebatên wî jî li Pirtûkxaneya Qraliyetê ya Danîmarkayê û Koleksiyona Neteweyî ya Portreyan bi awayekî mayînde hatine bicihkirin û li wir tên nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.