PKAN’ê Kurdên Kopenhagenê li hev civand

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Tebax 2025 - 00:53

Bi pêşengiya PKAN’ê li paytext Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd hate lidarxistin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) li paytexta Danîmarka Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd lidar xist. Nêzî hezar kes beşdar bûn û çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.

Li festîvalê ku têkildarî pêvajoyê axaftin hate kirin, hunermendan konser dan, pêşangeh û dansên gel hatin nîşandan. Her wiha ji bo zarokan jî atolye û lîstik hatin birêxistinkirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.