Fînal li Mihrîcanê hat

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Tebax 2022 - 22:00

  • Bi hezaran kes di konser û çalakiyên fînalê yên Mihrîcana Şehîd Berçem de amade bûn û kirin ku mihrîcan serketî be. Komîteya amadekar fînal li roja 15´ê Tebaxê anî û çandên herêmên Rêveberiya Xweser bi hev da nasîn.

 SÎDRA MAMO / JINNEWS/HELEB 

Mihrîcana Şehîd Berçem a yekê ya bi dirûşma "Huner şerê hebûn û azadiyê ye" duşemê êvarê bi dawî bû.

Beşdarên mihrîcanê dibêjin, bi rêya mihrîcanê çand û hunerê herêmê hatiye naskirin. 

Bi armanca piştgiriya hewldanên xurtkirina rola jinan di qada hunerî de, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşma “Huner şerê hebûn û azadiyê ye”, Mihrîcana Jinan a Şehîd Berçem a Çand û Huner a 1´ê li dar xist. Mihrîcan li Helebê hat lidarxistin, hem beşdariya koman û hem jî beşdariya gel baş bû. 

Endama komîteya amadekar a festîvalê Mizgîn Çolaq beşdarî mihrîcanê bûye behsa beşdarbûna xelkê dike û dibêje, "Îro (duşema bihurî) mihrîcan di roja xwe ya dawî de ye, ev gav jî di demeke wiha de pir gavek mezin e. Ji ber ku gel bi awayekî ne normal beşdarê vê mihrîcanê dibe. Ev mihrîcan cudabûna jinê û çanda wê nîşan dide. Ji ber ku çanda jinê çanda herî kevnar û dîrokî ye. Ji ber vê yekê jî gel her tim bi çanda xwe ve girêdayî ye."

Mizgîn Çolaqê dibêje, gelek kes ji cihên cuda hatine û tevlî mihrîcanê bûne û wiha dipeyive: "Mihrîcana me mihrîcaneke serketî ye, ji ber ku ev mîhrîcan di roja 15'ê Tebaxê de bi dawî bû. Em 15'ê Tebaxê li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Di vê mihrîcanê de gel û beşdarên ji derveyî Helebê hatin jî gaveke nû bû ji bo me, bi taybetî jî jinên beşdar. Yanî gelê vê derê, çanda herêmên din jî nas kir bi rêya vê mihrîcanê."

Yasmîn Koşan di Koma Çand û Huner a Cemîl Horo ya Helebê de cih digire û ew jî ji beşdarên mihrîcanê ye.

Ew wiha bal dibe ser giringiya mihrîcanê: "Ev mihrîcan gelekî giring e û bi wate ye, lewma li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Em jî bi vê yekê gelekî kêfxweş in. Mihrîcana me 3 rojan dewam kir. Di 15'ê Tebaxê de jî bi dawî bû. Armanca me ya bi vê mihrîcanê ew e ku em bi çand û hunerê xwe werin naskirin.

Her wiha mîihrîcaneke wisa tiştek nû bû ji bo gel, ji ber ku çanda herêmên din jî hat pêşkêşkirin."

Duşemê êvarê bi konserên fînalê, bi nîşandana hunerê komên govendê û bi beşdariya hezaran kesî mihrîcan bi dawî bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.