Fîlozof Malabou: Divê Ocalan azad be
În 6 Hezîran 2025 - 03:45
Ji fîlozofên sereke yên felsefeya hemdem Catherine Malabou biryara fesixkirina PKK'ê weke pêvajoyeke jinûve avakirinê ya wêrek û exlaqî pênase kir û got, "Belê, bêguman dixwazim Ocalan ku azad bibe. Tenê daxwazeke min heye; dema ji girtîgehê derket bila ewlekariya wî pêk were."
Dema dawî li Tirkiye û herêmê, çend ji mijarên sereke yên ku têne nîqaşkirin; meseleya Kurd, paşeroja têkoşîna çekdarî û rêbazên çareseriya siyasî ye. Di navenda van nîqaşan de jî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û bandora paradîgmaya nû ya Rêber Apo hene. Baş e, ev pêvajo ne tenê ji aliyê siyasî, her wiha li ser zemîneke felsefî jî dikare bê nîqaşkirin?
Yek ji kesayetên girîng ên felsefeya Fransayê ya hemdem fîlozof Catherine Malabou li ser mijarê axivî.
Malabou got, "Weke gelek mirovan min jî beriya demeke kurt biryara fesixkirina PKK'ê bihîst" û bi vî rengî dewam kir, "Bi dîtina min ev yek gaveke wêrek û cihê hêviyê ye. Weke alîgireke aştiyê, ez gelekî ji vê biryarê kêfxweş bûm. Lê belê weke ku min di peyama xwe de jî got, hêvî dikim ku ragihandina vê jestê weke teslîmiyeteke ji rêzê neyê dîtin, tevkariyeke rasteqîn li pêvajoya naskirin û demokratîkbûnê bike."
Têkildarî bangên ji bo azadiya Rêber Apo, Malabou got, "Bêguman tevlî vê bangê dibim. Lê ya ku meraq dikim ew e; gelo bê berdan wê ewle be? Hêvîdar im ku dema hate berdan ewle be. Bêguman ji sedî sed piştgiriyê didim ku ew ji girtîgehê derkeve. Bêguman azadiya wî teqez pêwîst e. Ocalan lîderekî gelekî mezin ê siyasî ye. Yekî welê ye ku gelekî hurmetê nîşanî wî didim, heyranê wî me. Ji ber ku di ser Boockin (Murray Bookchin) têkildarî mijarên ekolojî û siyasetê em xwedî heman nirxandinê ne. Belê, bêguman dixwazim Ocalan ku azad bibe. Tenê daxwazeke min heye; dema ji girtîgehê derket bila ewlekariya wî pêk were."
Ji bo pirsa 'Gelo di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke civaka navneteweyî heye?' Malabou got, "Hêvîdar im heye. Lê belê dema ku bala xwe didim ser bûyerên li Îsraîlê diqewimin, yanî dema ku nêzîkatiya civaka navneteweyî dibînim ku çawa xwe ji parastina mafên Fîlîstînê dide alî, nizanim bê hevkariya bi navneteweyî wê tiştekî baş be yan nebaş be. Dibe ku şaş bim, lê belê ne bawer im ku daxwazên Kurdan ji aliyê civaka navneteweyî ve tê bihîstin. Bi dîtina min beriya her tiştî Kurd divê bi tevgera xwe ya berxwedanê parastina xwe bikin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN/SERKAN DEMÎREL