Filmên Oscarê diyar bûn

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Çile 2025 - 00:19

Îsal 97'emîn car dê Xelatên Oscarê bêne belavkirin. Niha berendamên Oscarê hatin eşkere kirin. Filmên "Wicked", "Emilia Pêrez" û "Brutalist" filmên ku herî zêde berendamtî bi dest xistine ne.

Ji ber şewata li Los Angeles eşkerekirina berendaman hatibû paşxistin, lê di dawiyê de hat eşkere kirin. Roja 2'yê Adara 2025'an li Dolby Theatreê bi merasîmekê dê xelat bêne belavkirin. Komedyenê Emerîkî Conan O'Brien dê merasîma îsal pêşkêş bike.

Va ne filmên herî serketî û filmên biyanî yên ji bo xelatên Oscarê ketine pêşbirkê;

Filmên herî serketî
- Anora
- The Brutalist
- A Complete Unknown
- Conclave
- Dune: Part Two
- Emilia Pérez
- I'm Still Here
- Nickel Boys
- The Substance
- Wicked

Filmên bi zimanê biyanî yên serketî
- I'm Still Here - Brezilya
- The Girl With the Needle - Danimarka
- Emilia Pérez - Fransa
- The Seed of the Sacred Fig - Almanya
- Flow - Letonya

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.