Bernameya Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê ya 7’an eşkere bû û festîval di 20’ê meha cotmehê de dest pê dike.
Navenda Çanda Kurd a New Yorkê Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê ya 7’an li dar dixe. Festîval dê di navbera 20-26’ê Cotmehê de bê lidarxistin. 17 filmên Kurdî tev li festîvalê dibin: Gava Şitil Mezin Dibin - Rêger Azad Kaya; Berbû - Sevinaz Evdikê; Hilweşandina Dîwaran - Şerîf Çîçek û Hebûn Polat; Bîraxane – Bîlal Korkût; Navnîşan - Aram Dildar; Welatê Jinên Binaxkirî - Rekaurt Hame Tofiq, Destdana Azadiyê - Manal Masri.
NEW YORK