- Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ku cara 2an tê lidarxistin, focusa xwe daye ser Rojava. Her wiha ji çar parçeyên Kurdistanê jî filman kom kiriye û bi bernameyeke têr û tije derdikeve hemberî sînemahezan.
FIRAZ BARAN / DUSSELDORF
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê wê 23’yê Nîsanê li Elmanya ji bo 5 rojan berdewam bike bê lidarxistin. Hate ragihandin ku wê ji her çar parçeyên Kurdistanê fîlm tevlî festîvalê bibin. Komîteyê ragihand ku wê 40 fîlmên kurd, dîsa fîlmê dirêj û dokumenter ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî festîvalê bibin.
Komîteya Amadekar anî ziman ku îsal 8 jinên Kurd weke derhêner tevlî festîvalê dibin.
Komîteyê diyar kir ku ji bo çar parçeyên Kurdistanê xelên mîna Mafê Mirovan, Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney, Jîna Emînî û Xelata Şoreşgerî û Sînemagerî ya Şehîd Xelîl Dag hatine amadekirin. Ev her çar xelat ji bo fîlmên dirêj û dokumenteriyan hatiye amadekirin.
Her wiha di çarçoveya festîvalê de wê du panelên bi sernavên ‘Rojava û Sînemaya Kurd’ jî bên lidarxistin. Dîsa wê du semîner ji bo nasandin û belavkirina du romannivîsên Rojava û Bakurê Kuridistanê jî bê lidarxistin.
‘The Virgin and Child‘ filmê destpêkê ye
2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê bi fîlma Binevşa Bêrîvan dest pê dike. Ka em berê fîlm nas bikin; Avesta, jineke ciwan a Kurd-Êzdî ye û ji DAIŞê rizgar bûye. Xwe li Brukselê dibîne û li dijî zilamê ku ew kiriye kole edaletê digere. Bîranînên tarî û barê zarokek nedilxwaz Avestayê bernade. Lê Avesta teslîmî şert û mercan nabe û bi daxwaza tolhildanê tevdigere.
Kurtejiyana Binevşa Bêrîvanê
Binevşa Bêrîvan li Stenbolê ji dayîk bûye. Ew ji Midyadê ye û keça nivîskar Medenî Ferho û biraziya Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho ye. Berîvan sala 1997an hatiye Belçîkayê û di Med Tv de xebitiye. Piştre dest bi zanîngehê kiriye û beşa sînemayê xwendiye. Binevşa Berîvan çend kurtefîlm çêkirin û bi wan xebatan derketiye pêş. Wê seranserê cîhanê di gelek festîvalên fîlman de bi taybetî ji bo "La Mélodie du Petit Chateau" û "Phone Story" xelat wergirtiye.
Fîlmografiya Binevşa Berîvanê
Gardiens (Guards): Ecriture et réalisation / Court métrage / 13’ / 2017
Ciao Bella Bruxelles: Ecriture et réalisation / Documentaire / 68’ / 2014
Sidewalk: Ecriture et réalisation / Court métrage / 17’ / 2011
Phone Story: Ecriture et réalisation / Court métrage / 15’ / 2009
Traces – Le peule du paon: Ecriture et réalisation / Documentaire / 52’ / 2006
La mélodie du petit château: Ecriture et Réalisation / Court métrage / 18’ / 2004
Avances et tu seras libre: Ecriture et Réalisation / Documentaire / 2003
Ji malpera "Cineuropa"yê Aurore Engelen li ser film nivîsiye û gotiye: "Binevşa Bêrîvan bi yekemîn fîlma xwe ya dirêj û tijî bêdengî derdikeve pêşberî me. Ew çîroka jineke Êzdî ya ku tolhildanê dixwaze pêşkeş dike. Karaktera sereke ya fîlmê Avesta ye. Avestayê lîstikvan Hêvîn Tekîn dilîze. Hevîn Kurd e û li Berlînê dijî. Wê awirên xwe yê dijwar bo vî fîlmê daye Avestayê.“
Focus li ser Rojava ye
Focusa Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê “Rojava” ye. Amadekarên festîvalê
bo Rojavayê Kurdistanê ev çar dokumentarfîlm û du kurtefîlm hilbijartine: Dokumentarfîlm: “Serê Kaniyê”, “Naharîna”, “Eine Brücke Nach Rojava” û “Lêgerîn“.
Kurte Fîlm: “Distant” û “Rê”. Her wiha dê di festîvalê de pêşandana taybet a Bavê Teyar jî hebe. Amadekaran ev sê kurtefîlmên Bavê Teyar bo sînamehêzan amade kirine: “Hat Nahat”, “Xweş Xeber” û “Kurmê Darê”. Dîsa helbestvana ji Amûdê Jana Seyda jî mêvanê taybet a festîvalê ye. Wê piraniya dema xwe ji bo nivîsandina helbestê terxan kiriye. Lê ew îsal bi romanekê derket pêşberî me. Romana bi navê “Jinekê Mirî li Cihangirê”.
Bernameya pêşandanên Rojava wiha ye:
Serê Kaniyê: 24.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 19:20
Naharîna: 25.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 19:10
Eine Brücke Nach Rojava: 26.04.2025, Sînemaya Ufa Palast, Demjimêr 20:00
Lêgerîn: 26.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 19:10
Bavê Teyar: Hat Nahat, Xweş Xeber û Kurmê Darê
24.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 21:00
Distant: 24.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 17:30
Rê: 26.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 17:45
Jana Seyda: 26.04.2025, Demjimêr 14:00, li Bibabuzeyê
Jurî û xelatên festîvalê
Juriya 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ji van navan pêk tê: Binevşa Bêrîvan, Ekrem Heydo, Berfin Emekdar, Hewraz Mouhmed û Yilmaz Al Mouhamed Ali. Jurî dê bi giştî 8 xelatan diyar bike. Di bin navê “Xelatên Piştgiriya Projeya Nû” de dê 4 xelat ji derhênerên kurtefîlman re bên dayîn. Di festîvalê de 23 kurtefîlm dê bên nîşandan. Ji her parçeyekî Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) dê xelatek ji derhênerekî re bê dayîn. Çar xelatên din jî dê ji bo fîlmên dirêj û belgefîlman bên dayîn.
Navê van xelatan wiha ne:
Xelata Fîlman a Mafên Mirovan
Xelata Xelîl Dag a Sînemaya Berxwedêr
Xelata Jîna Emînî û
Xelata Fîlman a Yilmaz Guney
Hate diyar kirin ku ji bo xelatan pîvanên bingehîn ked, maf, têkoşîn û nêzîkatiya jin e.
‘Naharîna’ yan jî civakên li ber avê
Dokumentara “Naharîna” xebateke pir girîng e. Di 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê de tê nîşandan. Hûn dikarin 25ê Nîsanê saet 19:10an li sînemaya Metropolê li belgefîlmê temaşe bikin.
Mijara Dokumentarê:
Naharîna tê wateya “Civakên Avê.” Misirên kevn ji gelên ku li nêzî çemên Firat û Xabûr dijîn re (Sûriyê) gotine “Naharîna”. Derhêner Ferran Domènech dibêje: “Niha di çemê Xabûrê de tenê dema ku baran dibare av diherike. Ji ber ku Turkiye beşê jora çem ziwa kiriye. Çemê Firatê jî di bin metirsiyê de ye. Di bin bandora polîtîkayên qetlîama ekolojîk ên Erdogan de gav bi gav tê xeniqandin.” Dokumentera “Naharîna/Berxwedana Civakî li Kurdistana Sûriyê” kûrahiya dîrokî ya gelên Mezopotamyayê û berxwedana îro ya li Rojava vedibêje. “Naharîna” Komîn û kooperatîfan, malên jinan û modela ewlekariyê lêkolîn dike. Dokumentar yekem car li welatê Katalonyayê hat pêşandan.
Kûnyeya dokumetarê wiha ye:
Derhêner: Ferran Domènech
Cure: Dokumentera Mafên Mirovan
Welat: Îspanya û Rojava
Sal: 2023
Dem: 53 dk
Ziman: Kurdî, Erebî, Asurî
Temen: +12
Muzîka Orjînal: Cloud Studio
Stranbêj: Delîl Dogan
Derhênera Kamera û Wêneyê: Maria Recreo
Kalîbrasyon: Bernat Enric Miquel
Verastkirina Deng: Coni Docolomanski
Dublaj: Gemma Vilaregut û Intichurin Iskaywari
Dokumentar ji aliyê Enstîtuya Aştiyê ya Navneteweyî ya Katalan û Weqfa Coop 57 ve hatiye fînansekirin.