Li Emerîkayê cara 7’an Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê tê lidarxistin. Festîvala dê di navbera 20 û 27’ê meha Cotmeha 2023’an, li New Yorkê bi rêve biçe.

Filmçêkerên Kurdî dikarin bi rêya formekî agahiyên di derbarê filmên xwe de bişînin ji festîvalê re. Piştî fimên şandî hatin nirxandin dê encama filmên werin nîşandan werin eşkerekirin.

Ji bo şandina filman heya 15’ê meha Tîrmeha 2023’an wext heye û divê filmçêker beriya vê dîrokê filmên xwe şandibin ji bo festîvalê.

Ji bo miracaetê, lînka li jêr dikare bê bikaranîn:

https://nykcc.org/submit-your-film/

NEW YORK