Filmê 'Jan' li Silêmanî hat nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Çile 2023 - 03:38

Filmê Jan ê li ser pirsgirêkên civakî yên li Rojhilatê Kurdistanê, li Silêmaniyê hat nîşandan û wê piştre jî li parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê were nîşandan.

Li Salona Sînema ya Salim di civîneke çapemeniyê de hunermend Mahir Hesen û derhêner Burhan Ehmedî û Leyla Bax Pîran amade bûn, û wan filmê Jan nasand.

Di civîna çapemeniyê de derhêner û berhemhênerên film, Mahîr Hesen û Burhan Ehmedî li ser filmê Jan axivîn. Film qederê 40 deqîqeyan dirêj e, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dîmenên wî hatine girtin, li ser pirsgirêkên rojane yên civakî ye. Film berhemeke hevbeş yê Mahir Hesen û Burhan Ehmedî ye.

Film 18’ê Çile (doh) li Silêmanî li Salona Sînemayê ya Salim hat nîşandan. Film îro û rojên din jî dîsa di demên cuda de li sînemayên Silêmaniye wê were nîşandan. Piştre jî li Hewlêr, Kerkûk, Dihok û Helebceyê jî filmê “Jan” dê were nîşandan.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.