Malpera sinemayakurdi.net (sinemayakurdi.com) û Tor Film Production biryar dan ku ew bi hev re “Mihrîcana Filman a Kurt û Kurmancî” li dar bixin. Mihrîcan wê cara ewil were lidarxistin. Organîzasyona mihrîcanê bi daxuyanîyekê çarçove û naveroka wê diyar kir. 

Di daxuyaniyê hat gotin, filmên ji bo festîvalê werin çêkirin yan jî şandin divê herî zêde yek deqeyî bin yanî "kurt û kurmancî" bin. Her wiha ji bo festîvalê mijara “Zimanê Kurdî” jî wek tema hatiye hilbijartin û divê mijara filmên îsal Zimanê Kurdî be. 
Mihrîcana Filman a Kurt û Kurmancî ji bo îsal wê sê xelatên tematîk û Xelata taybet ya  Kurdistanî jî bide. Li gel xelatan ew ê her yekî 250 euroyî bide sê filmên serketî. Navê xelatan wiha ye:

Xelata Sîmemaya Amûdê 

Xelata Taha Xelîl 

Xelata Xelîl Dag 

Xelata taybet a Kurdistanî 

Miraceatên ji bo festîvalê heta 22´yê Tebaxê tên qebûlkirin.

Agahiyên berfireh li ser malpera li jêr peyda dibin;

https://sinemayakurdi.net/mihricana-filman-a-kurt-u-kurmanci/?cac=landing&ctx=page

NAVENDA NÛÇEYAN