Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê, îsal wê cara 13’an were lidarxistin û li benda miracaeta kurtefilman e. Festîval dê di navbera 6 û 12’ê Cotmeha 2023’an de were lidarxistin.

Festîval hewl dide her sal filmên Kurdî li dîasporayê nîşan bide û bala xelkê bibe ser filmên Kurdî.

Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê dê heta 15’ê Tebaxê kurtefilman qebûl bike kesên bixwazin bi kurtefilmên xwe beşdarî festîvalê bibin divê bi rêya lînka li jêr filmên xwe ji bo festîvalê bişînin. 

Şertên qebûlkirina filman jî ev in;

Divê berhem salên 2022/2023´yan hatibe çêkirin
Divê film herî zêde 25 deqîqeyan dirêj be
Divê çîrokên filmê ji perspektîfa Kurdî yan jî li ser mijarên li ser Kurdan bin

Di dawîya festîvalê de, juriyeke serbixwe dê biryarê li ser sê xelatan bide.

NAVENDA NÛÇEYAN