- Mihrîcana Belgefilman. FilmAmedê a 8’an, belgefilmên ku ew ê nîşan bide, neqandin. Mihrîcana FilmAmed dê di navbera 27’ê Îlon û 1’ê Cotmeha 2023’yan de li Amedê were lidarxistin.
Mihrîcana Balgefilman, FilmAmed berê bi piştgiriya şaredariyên Amedê dihate lidarxistin, lê piştî ku qeyûman şaredarî dagir kirin, mihrîcan hatibû betalkirin. Lê FilmAmed îsal dê bi pêşengiya Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn cara 8’an were lidarxistin. Her wiha Mezopotamya Sînema, Şanoya Bajêr ya Amedê û Ma Music jî piştgirê mihrîcanê ne û dê ji bo mihrîcanê li nav bajêr belav bikin û belgefilman nîşan bidin, bixebitin.
FilmAmed yekem mihrîcana belgefilman e ku li Kurdistanê tê lidarxistin. Ji ber ku mihrîcan tenê cih dide belgefilman û bi belefilman dadikeve, xwedî rengekî taybet e li Kurdistanê. Bi saya vê mihrîcanê her sal çêkerên belgefilman ên li dinyayê û Kurdistanê tên gel hev û bi hev re li belgefilman tameşe dikin û nîqaş dikin. Ji ber vî hawî, ew platformeke girîng e di warê sînemaya Kurdî de. Bi xêra festîvalê, têkiliyên hunermendên çar parçeyên Kurdistanê bi hev re çêdibin û sînemavanên Kurd baştir hevdu nas dikin û hay ji xebatên hev çêdibin.
100 belgefilman miracaet kirin
Pîştî navbera çend salan jî, miracaetên belgefilman zêde bûn. Qederê 100 belgefilmî miracatî mihrîcanê kir da ku cihê xwe di bernameyê de bigirin. Lê ji ber tengbûna wext, lijneya hilbijêr a belgefilman, tenê karîbû 31 belgefilman bineqîne ji bo bernameya îsal.
Belgefilmên di bernameya mihrîcanê de cih digirin dê li Şanoya Bajêr ya Amedê, Bezgin Bekir û Zarok Mayê werin nîşandan. Her şev li Zarok Mayê dê li Hewşa Servekirî belgefilmek were nîşandan. Her wiha di nav bernameya mihrîcanê de dê forûm jî hebin û belgefilmçêkerên tevlî mihrîcanê dibin, dê li ser pirsgirêkên belgefilman nîqaşê bikin.
Belgefilmên ku îsal wê werin nîşandan, bi giranî belgefilmên Kurdî ne ku ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî mihrîcanê bûne. Her wiha ji dinyayê û Tirkiyeyê jî belgefilm hene ku cihê xwe di bernameyê de digirin.
Filmên di bernameyê de
Mihrîcan dê navbera 27’ê meha Îlonê û 1’ê Cotmehê de were lidarxistin. Filmên ji bo Mihrîcana Belgefilman a FilmAmedê ya 8’an hatine neqandin jî ev in;
1) Dengê Radyoya Rewanê li ku ye? / Mustafa Orman
2) Bu da mı gol değil? / Feyzi Baran
3) Wergerandina Ulyssesê / Aylin Kuryel-Fırat Yücel
4) Tami Aw / Saman Mustafa
5) Northen Forests / Julia Lazarus
6) Hêza / Derya Deniz
7) Laboratory no 2 / Edris Abdi, Aware Omer
8) Zeytinliğin Ardı / Mervan Serhat Sarışın
9) Heft Senfoniyên Zagrosê / Perwîz Rostamî
10) Mother Tongue / Serkew Mesgari
11) The Pasha, my mother and I / Nevine Gerits
12) Lêger / Esin Akgül Güneş - Ömer Leventoğlu
13) Iraq's Invisible beauty / Sahim Omar Kalifa
14) Yıkılacak Duvarlar / Hebun Polat - Şerif Çiçek
15) Koçer / Selim Alan
16) Mehla Qorê / Fatma Çelik
17) Eve Dönüş / Dilan Engin
18) Hîwa / Mozhgan Kavoosi
19) Ben, Annem ve Toz / Çağla Gillis
20) Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl / Özlem Diler-Celil Badıkanlı
21) Hatay 17-24 Nisan 2023/ Îmre Azem
22) Başımdaki Dünya / Yalçın Çiftçi
23) 13 May / Tariq Tofiq Qadir
24) Harmony / Pablo Tosco Migue Roth
25) Nanî Pîroz / Rehîm Zebihî
26) Sidiq û Panter / Rêber Dosky
27) Anqa / Hêlîn Çelîk
28) Boşlukta / Sonnur Vardar
29) Bitmemiş Cümleler / Adar Bozbay
30) e Mountains, a Feminine Narration / Rebwar Mahmoud Pour
31) Dartaş / Xelîl Sehragerd
NAVENDA NÛÇEYAN