FilmAmed li benda belgefilman e

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 29 Tîrmeh 2023 - 03:54

BAZÎD EVREN-MUJDAT CAN/MA/AMED

 

Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, serlêdanên Mihrîcana Belgefilman a FilmAmed a 8’an, di 3’yê meha Tîrmehê de dabû dest pê kirin û serîlêdan dê heta 31’ê meha Tîrmehê bidome. Ji ber rewşên aborî û çend sedemên din ev 4 sal in Mirhîcana Belgefilman a FilmAmedê nedihat lidarxistin. Îsal dê cara 8’an dîsa were lidarxistin.

Sînemager Mehmet Emîn Îsî têkildarî mihrîcanê ku bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hatiye amade kirin, got: “Armanca me mihrîcaneke aktuel e û em li benda film û projeyên we ne.” 

 

Berxwedana belgefilman

Sînemager Mehmet Emîn Îsî behsa sedema neçêkirina mihrîcananê kir û diyar kir ku ji ber rewşa aborî û çend sedemên din wan nekariye mihrîcanê li dar bixin. Îsî, da zanîn ku wan piştî 4 salan dîsa mihrîcana belgefilman amade kirine û got ku FilmAmed heta niha 7 car hatiye çêkirin. Îsî, destnîşan kir ku wan di bin banê şaredariyê de mihrîcan amade dikirin û piştî qeyûm wan tenê 2 caran karîne mihrîcanan çêbikin û got: “FilmAmed hertim xeta berxwedanê dida nîşandan. Yek ji dirûşmeyên Filmamedê ‘Her der sînema, her der berxwedan’ bû. Em jî bi pey vê yekê ketin û me got çawa film berxwedana xwe pêk tîne, divê FilmAmed jî berxwedanê pêk bîne. Me jî li ser vê esasê xwest serîlêdanên  Mihrîcana Belgefilman a FilmAmedê bidin dest pê kirin û careke din li dar bixin.”

 

Mihrîcaneke aktuel û hevpar

Îsî da zanîn ku heta niha ji 4 milên Kurdistanê, Tirkiyeyê û ji derveyî welat gelek belgefilm ji wan re hatine şandin. Îsî da zanîn ku pirranî filmên Kurdî ne, lê yên biyanî jî gelek in. Îsî, anî ziman ku yek neteweyî û yek jî navneteweyî bijartin ji 2 beşan pêk tê û  got; “Di beşa neteweyî de filmên Kurdî dê bên nîşandan û ya navneteweyî de jî filmên hemû welatan yanî yên biyanî dê bên nîşandan. Ji vê zêdetir FilmAmed naxwaze tenê bibe mihrîcanek û filman bide nîşandan. Dixwaze bibe mihrîcanek aktuel û bi derhêner, temaşevanên xwe û xebatkarên mihrîcanê re xebateke hevpar bê meşandin. Em bi derhêneran re hevpeyvînan çê dikin. Em dixwazin temaşevan û derhêner bên ba hev û li ser sînemaya cîhanê û belgefilman mijarên estetîk, çîrok, zimanê filman nîqaşan bikin.”

 

Alîkariya teknîkî ji bo projeyên nû

Îsî diyar kir ku wan di heman demê de serîlêdanên projeyan jî dane destpêkirin. Îsî, got ku ew gelek giringiyê didin van projeyan û xwest kesên eleqedar projeyên xwe ji wan re bişînin. Îsî, diyar kir ku ew ê ji bo kesên ku projeyên xwe şandine alîkariya teknîkî bikin û wiha dewam kir: “Di çarçoveya mihrîcanê de em piştgiriyê didin projeyên belgefilman jî. Nexasim projeyên kul i Amed û derûdora wê tên çêkirin. Heri wiha dibe ku li herêmeke din ya Kurdistanê be jî. Heya ji me heye em alîkariya teknîkî didin. Ji bo serîlêdanan em li hêviya kesên eleqedar in.”

 

Tekane mihrîcana belgefilman

Îsî da zanîn ku FilmAmed mihrîcanek belgefilmane ku gelek kêm tê çêkirin. Îsî, got ku li Tirkiyeyê tenê Docûmanterîst heye ku mihrîcana belgefilman lidardixe û li Kurdistanê jî FilmAmed heye. Îsî got; “Belgefilm ji bo gelên bindest cihekî girîng digirin. Lewma belgefilm rêyekê dide nîşan dan, bîra civakê dikolin û vê belgeyê mihafaza dikin. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin belgefilman. Bila kesên têkildar mijar û çîrokên nehatine çêkirin û divê bên çêkirin ji me re bişînin ku em jî alîkariyê bidin û wan çîrokan bikin film. Em li bendê ne ku projeyên xwe bişînin û em bi hev re belgefilman çêbikin.”

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.