Filma Nameyên Ji Şengalê
În 1 Îlon 2023 - 00:15
HÊVÎDAR ŞENGALÎ / NÛJINHA / ŞENGAL
Fîlma “Nameyên ji Şengalê” ya ji aliyê Produksiyona Nûjiyan û derhêner Dêrsim Zêrevan ve hatiye kişandin li Meclisa Gel a Xanesorê bi beşdarbûna endamên sazî û meclisên gel ên Şengalê hat temaşekirin.
Fîlma Nameyên ji Şengalê ya ku ji 6 beşan pêk tê fermana bi serê civaka Êzidî de hat meşandin, êş û jana ku civaka Êzidî kişandiye û lehengiya ku gerîlayên HPG û YJA Starê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de dan meşandin û keda ku ji bo civaka Êzidî ji fermanê rizgar bikin bi awayeke gelek baş hatiye nîşandan. Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Filuz Şengalî der barê fîlma nameyên ji Şengalê de axivî û got: “Beriya her tiştî em destxweşiyê li tevahî ekîba ku di çekirina fîlm de rol lîstin dikin. Bi rastî ew roj tev li bîra me hatin. Film gelek xweş hatibû çekirin ew êş tev me jiyane lê dayikên me yên wiha jinên me yên wiha çalak jî di fermanê de hebûn. Min bi xwe di fermanê de şahidiya lehengiya dayikekê kir dema ku çeteyê DAIŞ’ê kuşt. Bi rastî her çiqasî fermaneke giran jî bû, lê baweriya civaka me jî bi hêz bû. Bi taybetî dema gerîlayên HPG û YJA Starê bi hewara me ve hatin wê demê me dizanîbû ku em êdî tune nabin. Ji ber pişteke me çêbû, em silavên xwe ji tevahî gerîlayên serê çiya re dişînin. Em weke jinên Êzidî van xebatên wiha pir pîroz dibînin. Ji ber ev xebat wê bibe belge ji dîrokê re.”