• Dema ku mirov ji mirinê difilitin an jî dema ji bo demekê dilê wan lê nade dibêjin ku jiyana wan wekî filmekê li ber çavên wan diherike.

Dema ku mirov ji mirinê difilitin an jî dema ji bo demekê dilê wan lê nade dibêjin ku jiyana wan wekî filmekê li ber çavên wan diherike. Tevahiya jiyana wan ji bo çend saniyeyekê tê ber çavên wan. 

Heta niha ev gotin wekî gotinên filman an jî pirtûkan dihatin hesibandin û rastiyeke wan tune bû. Di encama lêkolînekê de bê hemdî zanyaran derket holê ku pêkan e ku ev gotinên mirovan rast bin. 

Doxtoran ev demek bû nexweşekî epîlepsiyê tedawî dikirin. Ji bo pêşxistina tedawiyan doxtoran nexweş bi cîhaza EEG ve girê dan. Doxtoran dixwest ku bi vî awayî fonksiyonên mêjiyê nexweş bişopînin. Lê belê nexweşê ku doxtoran navê wî eşkere nekirî, ji qeyrana dil çû ser dilovaniya xwe. 

Doxtoran hê jî nexweş ji cîhaza EEG veneqetandibûn. Piştî mirina nexweş doxtoran bi qasî 15 deqîdeyan guherînên tevgerên mêjiyê nexweş qeyd kirin. 

Doxtoran li ser 30 saniyeyan destpêkê ya mirina nexweş lêkolîn kirin. Di encama lêkolînan de derket holê ku di wan 30 saniyeyan de di mejiyê mirovê mirî de pêlên ku wekî xewnan bibîne û paşeroja wî were bîra wî derdikevin holê. Bi gotineke din di dema mirinê de nexweş an xewn didît an jî rojên wî yên bihurî dihatin bîra wî. 

Di derbarê vê yekê de Doxtor Ajmal Zemmar dibêje ku ev daneyan hatine ber destan ji du aliyan ve pir girîng in. Hem dibe ku bi rastî jî di dema mirinê de paşeroja mirov tê bîra mirov hem jî piştî mirinê jî demeke kurt fonksiyonên mêjî dixebitin.

NAVENDA NÛÇEYAN