Fîlelfterosê nivîsa Ocalan weşand

Sêşem 27 Sibat 2024 - 01:45

BARAN HEBÛN / LEFKOŞA

Rojnameya Filelfteros a Qibrisê Rêber  Abdullah Ocalan weke 'rêberekî global' pênase kir û ji pirtûka wî ya 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' nivîsa bi sernavê 'Li tehtên Îmraliyê min li zincîrê xistin' weşand.

Nivîskarê rojnameya Filelfteros Alekos Mihalidis Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke 'rêberekî global' pênase kir û di gotara xwe de cih da Abdullah Ocalan. Mihalidis li ser armanca vê gotarê jî got, "Gelê Kurd rêberê xwe yê li Tirkiyeyê tecrîdkirî ye û xwedî berhemên ku bi 25 zimanan hatiye wergerand, veguherand şoreşgerekî girîng. Çend roj beriya rojbûna 75'an û dîlgirtina 25 salan a li Girtîgeha Îmraliyê cih didim yek ji nivîsên vî kesayetê mezin."

Di nivîsê de Abdullah Ocalan pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî xwe bi aliyên wê yên dîrokî dinirxîne û diyar dike ku ji aliyê 'xwedayên demê' ve dîl hatiye girtin.

Di nivîsê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku Komploya Navneteweyî planeke ku ji salên 1970'yî ve hatiye amadekirin û dibêje, "Min weke hêmaneke ne li bendê bûn, lê belê diyarker bû tevlî vê planê kirin ku tê fêhmkirin di salên 1970'yî de hatibû amadekirin. Ya ez ê bibûma leşkerekî ku bi ya wan dikim, ya jî wê ez beralî bikirana. Taybetmendiya min ne guncaw bû ku bibim leşkerê sîstemê. Lewma tê fêhmkirin bê çima xwestin min beralî bikin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.