ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Endamê Desteya Eşîran ê Şengalê Emer Saleh, encamên girîng ên sala 2023’yan û hedefên sala nû ya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ANF’ê re nirxand. Emer Saleh, di destpêka nirxandina xwe de diyar kir ku sala 2023’an ji bo Şengalê ji aliyê destkeftî û sazîbûnê ve saleke dagirtî bû û got:“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê bênavber dewam kir. Di encama êrîşan de fermandar û şervanên YBŞ’ê şehîd bûn. Berdêlên giran hatin dayîn. Em hêvî dikin ku sala 2024’an wê bibe sala serkeftina pergala xweseriya Şengalê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.” Emer Saleh, rewşa siyasî ya li Iraqê û bi taybetî jî ya Şengalê nirxand û go:“Wekî tê zanîn hilbijartinên parlamentoyê ya Iraqê li pêş me ye. Em karibin destê xwe bidin hevudû û sala 2024’an bikin sala azadkirina Şengalê, azadkirina dayik û xwişkên me. Em bawer dikin ku ger em li ser xeta şehîdan bimeşin em ê serkeftinê pêk bînin. Em ê karibin Şengalê bi temamî bikin yek û hemû planên li ser Şengalê vala derxînin.”

Rêber APO em gihandin hev

Saleh da zanîn ku bi taybetî têkiliyên wan ên bi gel û pêkhateyên deşta Nînovayê re li ser esasê ramanên Rêber Abdullah Ocalan e û got:“Me di hemû hevdîtinan de got ‘ger ne ji ber fikrê Rêber Abdullah Ocalan be, dibe ku me silav jî nedana hev. Bi vê fikrê tu dikarî xwe birêxistin bikî, siyaseta xwe bimeşînî. Ev fikir îro li nav Şengalê, li nav gelê Ereb ên derdora Şengalê belav bûye. Em bi mixtar û eşîrên Ereban re hevdîtin dikin da ku em bi hev re kar bikin. Di sala nû de jî wê hevdîtinên me kûrtir bibe. Di demên dawî de em çûn Mûsilê û bi 40 nûner û berpirsên eşîr û gundan re me hevdîtin pêk anî. Ew jî li bende ne em îsal bibin yek deng, em yekîtiya deşta Nînovayê çêbikin.’’ Emer Saleh herî dawî jî bang li koçberên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê kir ku vegerin Şengalê, gundên xwe ava bikin, tifaqa xwe xurt bikin û rê li ber planên li ser Şengalê bigirin.