Fîgen Yuksekdag: Banga Ocalan girîng e

În 6 Hezîran 2025 - 03:40

Hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag derbarê pêvajoya aştiyê de got: “Pêvajoya nû ya bi banga Birêz Ocalan û kongreya PKK’ê dest pê kiriye gelek girîng e. Divê em di xeta azadiyê de israr bikin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û piştî vê PKK’ê kongreya xwe ya 12’yemîn pêk anî û biryara feshkirinê da. Niha bala hemû kesî li gavên ku desthilatdarî bavêje ye. 

Hevseroka giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ya li girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê girtiye der barê pêvajoyê de axivî.

Fîgen Yuksekdag da zanîn ku kongreya PKK’ê pêşketinek polîtîk a dihat payînê bû û wiha got: “Piştî banga Birêz Ocalan, vê gavê îrade û hêza bangê xurt kir û gavek dîrokî bû. Hinek biryar hene ku şopek mezin dihêlin. Ya PKK’ê jî wisa ye. Bêguman fêmkirina kongreyê û çi daye hîskirin an jî bandorên ku bê afirandin heman wisa encemek îro pêk bê nîne. Yanî hîna gelek mijarên bên axaftin, bên gotin û analîzkirin hene.”

Fîgen Yuksedag nirxandina xwe wiha domand: “Pêvajoya aştî û demorkatîkbûnê heta îro yek alî pêş ketiye. Desthilatdarî gavê navêje. Di serê lîsteyê de jî girtiyên siyasî û girtîgeh hene. Desthilatdarî helwesta xwe ya bêbepirsyar didomîne. Girtiyên nexweş nokteya herî xesas e. Lê heta niha gavek nehatiye avêtin. Kirdeya çareseriyê gel in. Aştî û demokasî jî ji bo gelan e. Luksa ku pêvajo ji însafa serdestan re bê hiştin duh jî tunebû îro jî tuneye. Em ê bi îradeya têkoşînê û enerjiya guherîna civakî nîşan bidin û çareseriyê pêk bînin.”

Fîgen Yuksekdag wiha dawî lê anî: “Têkoşîna azadiya jinan di alî pêşketina aştî û civaka demokratîk de xwedî rolek girîng e. Ji ber vê divê rêxistinên jinan di navenda pêvajoyê de cih bigirin. Pêvajoya nû ya bi banga Birêz Ocalan û kongreya PKK’ê dest pê kiriye gelekî girîng e. Divê em di xeta azadiyê de israr bikin.”

JINNEWS/STENBOL/ROZERÎN GULTEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.