Fîdan Dogan bû sembola berxwedana jinan

Sêşem 7 Çile 2025 - 02:50

  • Fîdan Dogan ku birînên kûr ên surgunê afirand ev yek veguhert hêza têkoşînê, şopa berxwedanê bi çîroka jinan re anî gel hev. Bû îfadeya herî xurt a manîfestoya têkoşîna jinan.

Fîdan Dogan (Rojbîn) ku xeyalên gelekî da ser milê xwe bû abîdeya wêrekiyê. Rêwîtiya wê ya di 17’ê Çileya 1982’yan de li Mereşê dest pê kir, ew kir dengê herî xurt a lêgerîna edaletê. Seranserê jiyanê êşa surgunê bi têkoşîna xwe hûnand. Malbata wê di temenê biçûk de koçî Fransayê dike. Fîdan tevî li Ewropayê mezin dibe ji kokên xwe nabe û dibe pêşenga têkoşîna azadiya Kurd.

Li Fransayê di Enstîtuya Kurd a Ewropayê de dixebite û çand û zimanê Kurd kir rojeva rayagiştî ya navneteweyî. Bi jîrbûn, dîsîplîn û wêrekiya xwe rêzdariya hemû kesan qezenc kir. Fîdan Dogan ne tenê jiyanek, berxwedanek bû. 

Di nav têkoşînê de mezin dibe 

Fîdan Dogan di 17’ê Çileyê ya 1982’yan de li gundê Hançiplak a Elbîstan a Mereşê hat dinê. Fîdan 2 salî bû malbata wê neçar ma koçî Fransayê bike. Fîdan jî di 9 saliya xwe de diçe cem malbatê. Fîdan kampên penaberan di vî temenê xwe de nas dike. Perwerdeya navîn û lîseyê li Strasburga Fransayê temam dike. Malbata wê malbatek welatparêz bû û ji ber vê jî Fîdan di nav çanda Kurd û têkoşîna neteweya Kurd de mezin dibe.

Tevli xebatan dibe 

Fîdan diçe Komeleya Çanda Kurd a Strasburgê û di faliyetên çandî de cih digire. Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployekê anîn Tirkiyeyê şûnde, Fîdan bi awayekî çalak tevlî têkoşînê dibe. Tevli xebatên ciwanan ên Ewropayê dibe û navê ‘Rojbîn’ bi kar tîne.

Nûneriya KNK’ê

Fîdanê di 2002’yan de peywira nûneriya Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) digire. Fîdan li gelek welatên Ewropayê faaliyetê dîplomatîk dimeşîne û bi gelek siyasetmedarên li Ewropayê re tê gel hev. Her çiqas bi gelek siyasetmedarên payebilind re bê cem hev jî ew her tim li alî dîplomasiya gel bû. Aliyê wê yê herî zêde bal dikişand jî, cidiyet, hewldêrî û hêza wê ya îqnayê ya di xebatan de bû. Di 2007’an de li dijî jehrîbûna Rêber Abdullah Ocalan bi daxwaza ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê çalakiya grevê ya 39 rojan pêk hat û Fîdanê berdevkiya çalakiyê kir.

Xebatên dîplomatîk

Fîdanê di nav salan de di qada dîplomasiyê de xwe pêş dibe û di 2011’an de berpirsyariya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Parîsê digire. Şerê li welat dimeşiyan jî di platformên navneteweyî de dianî ziman. Rojbînê ji forumên civakî heta senatoyan, parlamento û heta Konseya Ewropayê dibe fîgura dîplomatîk a delegasyona Kurd. Heta roja hat qetilkirin jî xebatên xwe bê navber meşand.

‘Wê Fîdan rojekê bihata’

Dayika wê Fatma Dogan di roportajek xwe de keça xwe bi van gotinan vegotibû: “Jineke ku dizanibû têkiliyan dayne û civakî bû. Ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin. Tu carê ji bîr nakim rojekê got ‘Dayê sê keçên te hene bila du heb yên te bin yek jî ya Gelê Kurd be. Bila ji bo Gelê Kurd bixebite’. Dem bi dem li min digeriya û digot ‘Min xwest dengê te bibihîzim.’ Ez bi hêvî bûm ku rojekê Fîdan bê. 15 sal bû ji malê veqetiya bû. Min digot ‘Bes e Fîdan êdî bê’. Dema min wisa digot rûyê xwe tirş dikir. Min mêze dikir xemgîn dibe min mijar digirt. Wê rojekê Fîdan bihata û hîna jî li bende Fîdana xwe me...”

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.