Festîvala şanoyên li kolanan bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:36

Festîvala Navnetewî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê  ku ev cara 7’an tê lidarxistin, di roja sêyemîn de bi dawî bû. Di festîvalê de hemû lîstikên şanoyê ku taybet bûn li şanoyên zanîngehan, hatin lîstin. Naveroka piraniya şanoyan li ser parastina jinan, rûmeta welat û rewşenbîriyê bûn.

Festîvala Navnetewî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê li zanîngehek taybet ya bajêr hatin lidarxistin. Hemû şanoyên ku di festîvalê de lîstina wan hatibû plankirin, li kolanan û li baxçeyên zanîngehan derketin pêşberî temaşevanan. Piraniya şanoyan girêdayî beşê zanîngehan ên şanoyê bûn.

Şanoya Zeng ku ji aliyê Zanîngeha Selahedîn ya Hewlêrê ve hat lîstin, behsa îrade û hêza jinan ya li dijî zilmê dikir. Performansa din li zanîngeha Besra, bi navê ‘Nexase’, behsa qurbaniyên şer û ferzkirina rejîmeke dîktatorî dikir. Paşê şanoya ‘Tepedoz’ li ser efsaneyên xwedawendên di demên kevnare de hate lîstin. Her wiha şanoya Koma Şanoya Rûbend ya ji navçeya Kifrî beşdarî şanoya ‘Mask’ bû, ku ev lîstîk jî li ser teşwîqkirina ciwanan ya ji dûrketina ji alkol û madeyên hişber û di heman demê de li tenduristiya xwe xwedî derkevin û jîngehê biparêzin.

Civîna danasîna du pirtûkên şanoyê li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê hat lidarxistin û piştre jî panelek ji bo 8 hunermendên şanoyê (şanoger) li ser nêzîkatiyên şanoyê di hemû warên şanoyê de çû serî. 

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.