Festîvala Gimgimê dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Tebax 2024 - 00:43

 3’eymîn Festîvala Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê ya ku cara 3’yan tê lidarxistin, berdewam dike. Di çarçoveya bernameyên festîvalê de serdana gundan hat kirin û di serdanê de peyamên yekitiyê û têkoşîna li ber êrişên ser elewîtiyê hatin dayîn. 

Şaredariya Navçeya Gimigimê ya Mûşê, Komeleya Mekanê Hizir a Varto-Gimgim û Parastina Xwezayê, Komeleya Gimgimê ya Berlînê û Komeleya Rhermain a Gimgimê îsal 3’yemîn Festîvala Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê li dar dixin. Festîval di roja duyemîn de berdewam dike. Di çarçoveya festîvalê de serdana gundan û cemxaneyan hat kirin. Mêvanên festîvalê ewilî çûn gundê Qûrçikê yê Gimgimê û bi gundiyan re civiyan. 

Huseyîn Ozmen ê ji gund di serdanê de axivî û behsa dîrok û şûnwarên pîroz ên gund kir. 

Serokê Komeleya Çand, Civak û Alîkariyê ya Cemxaneyê Zafer Boztaş jî axivî û da zanîn ew wek ciwanên gund xwedî li zimanê dayika xwe û çanda xwe derdikevin û daxwaza wan yekitî û hevgirtin e. 

Serokê Komeleya Çandê ya Alevî Bektaşî ya Îzmîrê Mûrat Aslan jî da zanîn ku wê baweriya elewîtiyê bi têkoşînê bi ser bikeve.  Pîr Hazir Alî Beyzayildirim jî bal kişand ser girîngiya dergehên elewâitiyê û destnîşan kir ku her çiqas dewletê xwest wan asîmile bike û biqedîne jî lê ew neqediyan û hin bêtir hişyar bûn. 

Piştî axaftinan loqme hatin belavkirin. Festîval dê bi panel û konseran dewam bike. 

MA/GIMGIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.