- Festîvala Filman a Kîjan Mafê Mirovan? Ku bi pêşengiya xebatkarên festîvala Documentarîstê bi rê ve diçe, îsal cara 11’an tê lidarxistin.
Festîvala Filman a Kîjan Mafê Mirovan? Ku bi pêşengiya xebatkarên festîvala Documentarîstê bi rê ve diçe, îsal cara 11’an tê lidarxistin. Navenda festîvalê her çend li Stenbolê be jî festîval her sal hewl dide ku di çarçoveya festîvalê de li gelek bajarên din jî filman nîşan bide û balê bibe ser mafên mirovan. Festîvalê îsal ji xwe re weke mijara sereke “Bêcezahiştina Sûcan” neqandiye. Di festîvala îsal de pêşangeh, forûm û gotûbêj hene. Her wiha 30 belgefilm jî dê werin nîşandan. Bi hewldana Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) di navbera 14 û 16’ê Kanûnê de li Şanoya Bajêr a Amedê jî film werin nîşandan. Navê filmên dê werin nîşandan wiha ne; Nosema (2021, 32'), Etna Ozbek Mamoste (2020, 40'), Mehmet Salih Çelik, Kemal Hazanay Akordbûna li sînor (Sınıra Akortlanmak 2019, 12'), Îrem Aydemir Çîrokeke trîbûnê (Bir Tribun Hikayesi 2021, 28'), Aylin Kızıl, Fatma Çelik Çûn (Gitmek 2020, 63'), Mustafa Emin Büyükcoşkun Brîndarim (2020, 28)', Orkan Bayram To Calm The Pig Inside (2020, 19'), Joanna Vasquez Arong Bijarteya KuirFest, 51' Dying to Divorce (2021, 81'), Chloe Fairweather, Britanya-Tirkiye
AMED