Festîvala Filmên Kurdî a Hamburgê filman qebûl dike
Çarşem 29 Hezîran 2022 - 22:12
- Festîvala Filmên Kurdî a Hamburgê ragihand ku ew ê îsal di navbera 26’ê Cotmehê û 1’ê Mijdara 2022’an de cara 13’an festîvala xwe li dar bixe.
Festîvala Filmên Kurdî a Hamburgê ragihand ku ew ê îsal di navbera 26’ê Cotmehê û 1’ê Mijdara 2022’an de cara 13’an festîvala xwe li dar bixe.
Kesên filmên wan hene, dikarin heta 16’ê Tebaxê filmên xwe rêkin navnîşana festîvalê.
Ji bo rêkirina lînka filman, navnîşana festîvalê li jêr e: kurdischesfilmfestivalhamburg@gmail.com
Bi riya bernameyên dropbox û wetransferê hûn dikarin filman bişînin.
HAMBURG