Festîvala Fîlman a Amedê dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Kanûn 2025 - 00:42

Festîvala Fîlman a Amedê ya 3'yemîn didome. Di roja çaremîn de 11 fîlm hatin pêşandan û paşê jî li ser fîlman gotûbêj hatin kirin.

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê festîvala Filman a Amedê ya sêyemîn dewam dike. Festîvala Fîlman a Amedê di navbera 7-14'ê Kanûnê de tê lidarxistin. Temaşevan eleqeyek mezin nîşanî fîlman didin. Her wiha roja çaremîn a festîvalê bi temaşekirina 11 fîlman bi dawî bû.

Di roja sêyemîn a festîvalê de fîlmên “Wîld Summon” ku derhêneriya wî Saul Freed kiriye, fîlmê “Damn Employer” ku derhêneriya wî Kiumars Sobahanî kiriye, fîlmê “Apneas” ku derhêneriya wî Nîkolas Panay kiriye, fîlmê “Iraq’s Insivible Beuty” ku derhêneriya wî Jurgen Buedts-Sahim Omer Kalifa kirine, fîlmê “Baghdad Messî” ku derhêneriya wî Sahim Omer Kalifa kiriye, fîlmê “The Vîrgîn And Chîld” ku derhêneriya wî Binevşî Bêrîvan kiriye, fîlmê “Xalko” ku derhêneriya wî Samî Mermer-Hînd Benchekroun kirine, fîlmê “Payê Min Toz Şeker” ku derhêneriya wî, Sedat Bariş kiriye fîlmê “Pace” ku derhêneriya wî Rezzan Bayram kiriye, fîlmê “Vejîna Perperikê” ku derhêneriya wî Mîr Mustafa Baydemîr kiriye, fîlmê “Your Touch Makers Others Invîsible” ku derhêneriya Rajî Samarasinghe kiriye hatin temaşekirin. Piştî pêşandana fîlma Payê Min Toz Şeker li ser fîlmê gotûbêj hat kirin û xelat hat dayîn.

Di roja pêncemîn a festîvalê de dê 1 jê kargeh û 7 fîlm werin temaşekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.