Festîvala Filmên Kurdî ya Dihokê ku di nav festîvalên filmên Kurdî de yek ji festîvala herî emir dirêj e, li benda filmên Kurdî ye. Festîvalê da zanîn ku wan lînka miracaetê ji bo beşdaran vekiriye û filmsaz dikarin niha bi rêya formê li ser malperê miracaetê festîvalê bikin. Lînka miracaetê dê heta 1’ê Îlonê vekirî be û divê film beriya 1’ê Îlonê bigihîjin ber destê komîteya festîvalê.

Festîvala Filmên Kurdî ya Dihokê ku her sal di demsala payîzê de tê lidarxistin, di sala 2023’an de jî dê cara 10’an were lidarxistin. Di festîvalê de du beşên sereke hene; Sînemaya Dinyayê û Sînemaya Kurdî. Di van her du beşan de jî filmên metrajedirêj, belgefilm û kurtefilmên ku di salên dawiyê de hatine çêkirin tên nîşandan.

Festîvala Filmên Kurdî ya Dihokê dê îsal di navbera 9 û 16’ê Berfanbarê de were lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN